Li Enqereyê komxebata zimanê Kurdî hat lidarxistin

  • 15:26 7 Hezîran 2026
  • Çand û Huner
ENQERE - Di Komxebata Statuya Zimanê Kurdî û Perwerdehiya Kurdî ya ji aliyê ANKA-DER’ê ve hat lidarxistin de axêveran gotin ku divê li dijî mafê perwerde û statuya Kurdî alternatîf bên avakirin.
 
Komxebata Statuya Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî ku bi pêşengtiya Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) ve li Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê dest pê kiribû, didome.
 
Endamên TEV-KOM’ê Mîray Mîdyad û Omer Bayraktar li ser Statuya Zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî rol û misyona ciwanan û di medyaya dîjîtal û jîriya çêkirî de zimanê Kurdî nirxandin.
 
Rola ciwanan
 
Endama TEV-KOM’ê Mîray Mîdyad li ser girîngiya perwerdehiya zimanê Kurdî û têkoşîna perwerdehiya bi Kurdî rol û misyona ciwanan rawestiya.
 
Mîray Mîdyad bi lêv kir ku li Tirkiyeyê perwerdehiya Kurdî qedexeye û wiha axivî: “Dersên hilbijartê tên dayîn û ji bo wê jî gelek hincetan derdixînin. Bi hincetên mamoste tune ye wê jî asteng dikin. Li zanîngehan jî dersên bijartî yên Kurdî hene lê di gelek zanîngehan de tune ye. Li ODTU’yê ji bo dersên hilbijartinên Kurdî me kampanyaya îmza da destpêkirin. Me bi hezaran îmze kom kirin lê bi hincetên cur bi cur dersên hilbijartê yên Kurdî asteng kirin. Lê em dev jê bernadin û em ê ji bo dersên Kurdî têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber astengiya perwerdehiya bi Kurdî ji aliyê saziyan ve perwerdehiya Kurdî tên dayîn. Ew sazî ji bo bi nirx in û divê em ciwan alîkariya wan saziyan bikin. Divê ciwan bi Kurdî li dinyayê binêrin û kar û xebatên xwe bi Kurdî bikin. Weke METU-Kurdî jî em li zanîngehê bernameyên cur bi cur li ser çand, ziman û folklora Kurdî dixebitin. Em dixwazin komîsyoneke wergerê vekin û çavkaniyan wegerînin Kurdî. Divê em hincetan tu carî qebûl nekin. Kar û xebatên me yên li zanîngehê dê berdewam bikin.”
 
‘Em dikarin bibin alternatîf’
 
Endamê TEV-KOM’ê Omer Bayraktar jî li ser pirsgirêka perwerdehiya bi Kurdî rawestiya û ev tişt anî ziman: “Li dijî astengiyên li ser perwerdehiya Kurdî em Kurd dikarin alternatîfan ava bikin. Helbet divê em dev jî mafê zimanê Kurdî bernedin. Lê heta em wî mafê bi destdixînin jî divê em dest vala nemînin û alternatîfan ava bikin. Jixwe armanca me ya TEV-KOM’ê jî ew bû. Me ciwan xwest em werin ba hev û bi hev re tiştek nû ava bikin û weke ciwan bi hev re xebatan pêş bixin. Em weke ciwan di nava zanîngehê de xwendinên Kurdî dikin. Lê em dikarin li ser şanoya Kurdî, kovarên bi Kurdî û gelek xebatan jî bikin. Gelek hevalên me hene dixwazin şanoyê bikin û karê muzikê bikin lê bi awayekî neçarî diçin Tirkî perwerde bigirin. Em jî dixwazin van tiştan di nava TEV-KOM’ê de jî pêk bînin û weke ciwan alternatîfan ava bikin. Em dixwazin di pêşerojê de bi hev re xebatên mezintir li ser şano û wêjeyê jî xebatan pêş bixin. Em dikarin karê wergerê bikin û tiştên em ji zanîngehan hîn dikin wergerî Kurdî jî bikin da ku ji bo perwerdehiya Kurdî amûr di destê me de hebin.”
 
‘Platformên dijîtal divên’
 
Piştrê jî avakarê Kurdolîngoyê Cîhat Îlbaş li ser di medyaya dîjîtal û hîşê çêkirî de zimanê Kurdî axivî û destnîşan kir ku ew li enstutuya Kurdî hînî Kurdî bûye û niha jî mamosteyê zaravayê Kurmancî ye.
 
Cîhat Îlbaş li ser girîngiya hîşe çêkirî û medyaya dîjîtal rawestiya û ev tişt anîn ziman: “Divê saziyên me li ser tiştên dîjîtal jî bixebitin. Bi tenê wêşandina pirtûkan têre nakin. Kurd li gelek cihên cîhanê belav bûnê. Divê em ji bo perwerdehiya Kurdî bigihêjin wan meteryalan û bi Kurdî ava bikin. Divê em platformên dîjîtal ava bikin. Her dildarên Kurdî dikarin van amuran çêbikin û yên dixwazin hînî Kurdî bibin re parve bikin. Helbet rojeke Kurdî dê bibe zimanê perwerdehiya fermî lê heta wê rojê em çi bikin. Divê em tenê daxwaz nekin em ji bo zimanê xwe tiştan bikin.”
 
Cîhat Îlbaş piştrê jî qala xebatên xwe yên li ser hîşê çêkirî û medyaya dîjîtal kir û li ser medyaya dîjîtal Kurdî çawa tê fêrbûn nîşanî beşdaran da. Her wiha Cîhat Îlbaş li ser xebata xwe ya medyaya dîjîtal a ji bo zarokan jî rawestiya û bi rêya medyaya dîjîtal çawa Kurdî fêrî zarokan tê kirin, nîşan da.
 
Piştî axaftinan civîna yekem bi dawî bû. Di civîna duyem de jî bi moderatoriya Fatma Surucu endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ozgur Yaldiz û parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Suzan Ekîpa li ser mijarên di hiqûqa pozîtîf de derfetên perwerdehiya bi Kurdî û statuya bi Kurdî û di pêvajoya çareseriya demokratik de derfetên avakirina hiqûqa zimanê Kurdî nirxandin.
 
Sedemên hiqûqî û siyasî
 
Ozgur Yaldiz anî ziman ku hejmara axaftina zimanê Kurdî her ku diçe kêmtir dibe û wiha got: “Zimanê me li ber çavê me her ku diçe dihele. Di hiqûqa Tirkiyeyê de jî bi xalên; Zimanê Tirkiyeyê Tirkî pêşiya mafê Kurdî astengî danîne. Em ne weke rewşa berê ne. Di dibistanan de dersên hilbijartê hene û weşangeriya Kurdî jî pêşketiye. Lê ew têrê nake. Di hiqûqa Tirkiyeyê de Kurdî tenê weke dersên hilbijartê tê dayîn. Lê divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî û Kurdî bibe zimanê bazarê. Gelek peymanên navneteweyî li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê hene û Tirkiyeyê jî ew peyman qebûl kiriye. Tirkiye jî şerh li ser çend xalan daniyê û vê peymanê pêk nayne. Ji ber ku di peymana Lozanê de Kurd weke pêkhate nehatinê hesibandin û weke Tirk hatine hesibandin û ew jî dibe sedem ku Tirkiye bi vê hincete peymanên navneteweyî yên mafê pêkhateyan nas dike, pêk neyne. Di hiqûqa heyî de derfet ji Kurdî re nehatiyê dayîn lê em bi xwe çiqas derfetan derdixînin û di saziyê xwe de bi Kurdî diaxivin. Heke em rêzê nedin zimanê xwe dewlet çima rêzê bide. Divê em rêzê bidin zimanê xwe û behtir pêşve bibe.”
 
‘Mafê ziman mafê hebûnê ye’
 
Piştrê jî parêzer Suzan Ekîpa li ser mijara di pêvajoya çareseriya demokratîk de derfetên avakirina hiqûqa zimanê Kurdî rawestiya û wiha axivî: “Em sed sal in qala pirsgirêka Kurd dikin. Birêz Abdullah Ocalan jî di parêznameyên xwe de bal dikşîne li ser tunekirina ziman, çand û dîroka Kurdî. Mafê zimanê Kurdî mafekî hebûnê ye. Birêz Ocalan di manifestoya herî dawî de dibêje Kurd di hiqûqa Tirkiyeyê de nayên naskirin û ji ber wê jî Tevgera Azadiyê yaKurd derketiye holê. Birêz Ocalan di salên 90’î de jî dibêje heke mafê me ye siyaseta demokratîk hebe em ê dev jî şerê çekdarî berdin. Di pêvajoya nû de tişta herî girîng jî ew ê ku dewlet dê mafên kolektîf ên Kurdan nas bike yan nas nake. Birêz Ocalan dibêje ji avabûna Komarê vir ve Kurd derveyî hiqûqê maye lewma ji bo wê perwerdehiya bi Kurdî tê astengkirin. Di hevdîtineke li Îmraliyê de birêz Ocalan jî anîbû ziman ku heke ji aliyê hiqûqî vê were mîsogerkirin ku dewlet mudaxale neke Kurdî dê di nava salan de pêşdetir biçe. Mafê ziman jî bi satuyê tê nasîn. Di vê pêvajoyê de statu pir tê nîqaşkirin. Birêz Ocalan ji aliyê gelê xwe û rêxistina xwe ve weke muzakerevanê serekê hatiye diyarkirin. Statuya birêz Ocalan a siyasî jixwe heye lê divê ji bo pêvajoya statuya birêz Ocalan bi awayekî fermî were qebûlkirin. Statuya birêz Ocalan ve statuya Kurd û Kurdî tê naskirin.”