Li Hewagê ji bo santrola betonê dar tên birîn

  • 09:02 19 Hezîran 2026
  • Ekolojî
RIHA - Ferda Oncel da zanîn ku li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê ya tê kirin yek ji aliyê herî bi bandor ê şerê taybet e û got: “Tişta divê vê pêvajoyê em bikin; Divê em paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Birêz Ocalan esas bigirin û xebatên xwe di vî alî de bimeşînin û rêxistin bikin.”
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, yek ji aliyê polîtîka şerê taybet di qada ekolojiyê de pêk tê. Li Kurdistanê di encama hilweşîna ekolojîk de xweza tê tunekirin. Gel li dijî vê qadên xwe terk dikin. Di salên dawî de li Kurdsitanê faliyetên Santrala Enerjiya Rojê (GES) û Santrala Hîdroelektirîk(HES) faliyetên madenê, kana kevir, birîna daran û razemeniyên ji bo enerjiyê her diçin zêde dibin û bandorek mezin li ser xweza û rmiovan dike. 
 
Tevgerên ekolojiyê diyar dikin ku  çavkaniyên avê, cureyên biyolojîk neyînî bandor dibin. 
 
Li navçeya Hewag a Rihayê 2 km durî gundê Qurunca  li qada ku bi baxçeyên fistikan tijeye santrola betonê hat avakirin. Hat hînbûn ku darên  fistiqan yên 20-50 salî hatine birîn û li şûna wê ji bo santralê rê hatiye vekirin.
 
Der barê mijarê de hevberdevka Kordînasyona Ekolojiyê ya Rihayê Ferda Oncel ji ajansa me re axivî.
 
‘Şerê  taybet ê ku 50 sal e didome’
 
Ferda Oncel da zanîn tiştên tên jiyîn tenê wek qirkirina ekolojiyê nirxandin kêm dimîne û wiha vegot: “Dema qirkirina ekolojiyê tê gotin talana xwezayê, birîndara û şewitandina daristanan nîne;di 50 salên dawî de li her çar parçeyê Kurdistanê bi rêbazên şerê taybet hebû çandî tê tehdîdkirin û bi projeyên bendavan koçberî zêde dibe. Di vê esasê de qirkirina ekolojiyê tenê wek talan xwezayê şîrovekirin kêm dimîne.”
 
‘Divê paradîgmaya Birêz Ocalan esas bê girtin’
 
Ferda Oncel di berdewamiyê de wiha nirxandin kir: “Divê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê giritn û xebat bên berfirehkirin û rêxistinkirin bêkirin. Ferda Oncel ev tişt bi lêv kir: “Divê em xwedî li xwezayê derkevin. Li dijî serdestiya sermayê divê em xwezayê bi jiyanê re bigirin dest. Parastina xwezayê dikeve ser milê me.”
 
‘Li dijî qirkirina ekolojiyê têkoşîn’
 
Ferda Oncel ev tişt anî ziman: “Li dijî qirkirina ekolojiyê tevlibûna têkoşînê ferz e. Di vê pêvajoyê de li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Besan, Gimgimê têkoşînek cidî û parastinek maf a cidî heye. Li dijî vê bêdeng nemayîn girîng e. Divê em vê têkşoînê xurt bikin û em li dijî vê êrîşa li dijî mafê jiyana xwe têbikoşin.”
 
Ferda Oncel bal kişand ser fabrîqeya betonê a li Hewagê hatiye vekirin û got ev fabrîqe zirarê dide xwezayê û mirovan û raste rast mudaxaleyê qadên jiyanê dike.  Ferda Oncel daxuyakirin ku hêviya wan ev e ku pirsgirêk demildest çareser bibe û  biryara betalkirina şantiyê bê dayîn.