Xwendekara hiqûqê: Pergala heyî daxwazan bi cih nayne

  • 09:07 22 Cotmeh 2026
  • Hiqûq
Gulîstan Gulmuş
 
SEMSÛR - Xwendekara hiqûqê Ferîha Selçuk diyar kir ku bêbaweriya li hember darazê ciwan berê xwe didin têkoşîna hiqûqê û got piştî mezuniyetê ew dixwaze di têkoşîna kolektîf a ku parêzer û demokrat dimeşînin de cih bigire.
 
Têgehên edalet û hiqûq yên esasê sereke yên jiyana civakîne, bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re zêdetir tên nîqaşkirin. Di çarçoveya pêvajoyê de nîqaşên der barê pêşeroja hiqûq û edaletê jî tên rojevê. Xwendekara fakulteya hiqûqê Ferîha Selçuk der barê pergala hiqûq û edaletê ya ku dixwazin de axivî. 
 
‘Pergala heyî daxwazan nayne cih’
Ferîha Selçuk da zanîn ku pergala hiqûqê ya heyî gelek daxwazan nayne cih û wiha got: “Em li welatên ku xwedî pergaleke hiqûqê ya lîberal a burjuvaye dinêrin, rêbaz bi giştî di mijara daxwazan de qels dimînin. Ji ber vê li van welatan her roj binpêkirinên mafan tên jiyîn û ji ber vê jî têgfeha hiqûqê tê lêpirsînkirin.”
 
Ferîha Selçuk di berdewamiyê de daxuyakirin ku ji ber xwenekar bi darazê bawer nakin berê xwe didin qada hiqûqê û ev tişt anî ziman: “Têgeha hiqûqa burjuva, wek ontolojîk  ne girseyên gel,  metneke ku maf û daxwazên burjuva diparêz ye. Ji ber vê jî xizan û bindest bi pergalek hiqûqê ya wisa û darazê bawer nakin. Li welatê me gelek ciwan berê xwe didin pîşeya hiqûqê. Sedema vê jî  bêbaweriya bi darazê ye.
 
‘Ji kaosê tê afirandin pêk tê’
 
Ferîha Selçuk diyar kir ku tevgera ciwanan a li cîhanê ji kapîtalîzmê ne razîne û sedema wê wiha vegot: “Em ciwanên ku ji bo perwerdehiyê bigirin pere xerc dikin, bi xurekên erzan xwedî dibin û wek hêza kar bi heqdestekî kêm dixebitine. Jİ ber vê jî ciwan berê xwe didin bikaranîna hişbirê, întîxar û dikevin deprasyonê. Ev encaa hawira kaosa  ku pergal diafirîne ye.”
 
Dixwaze bibe hiqûqnasek çawa?
 
Ferîha Selçuk  wiha dawî lê anî: “Ez dixwazim li dijî krîzên maf û edaletê di xeta têkoşînê de cih bigirim. Pêkhatina têgeha edaletê bi bidawîkirina binpêkirinê pêkane. Ji ber vê jî ez li hember têkoşîna koleketîf a parêzeran û demokrat dimeşînin rêzdarim. Dema mezun bibim dixwazin di têkoşîna hiqûqê ya kolektîf de cih bigirim.”