Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6'an de ye
- 16:56 22 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Çalakiya nobedê ku bi banga TUHAD-FED, DEM Partî û ODH'ê ji bo dermankirina girtiyên nexweş û berdana wan li pêşiya Wezareta Edaletê destpê kir di roja 6'emîn de ye.
Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Edaletê dan destpêkirin, di roja 6'emîn de ye. Hevserokên MED-TUHADFED'ê Pinar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat û parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de bênavber dirûşmên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş û “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” dinivisî hate vekirin.
Di daxuyaniyê de parlamenter Kamuran Tanhan axivî û destnîşan kir ku girtîgeh bûne cihên mirina demdirêj. Kamuran Tanhan got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk 2 sal in didome. Em jî li vir dibêjin di vê serdema ku em hatinê dawiya pêvçûnan Wezareta Dadê û dewlet li benda çi ye? Îro girtîgeh bûne cihên mirinê. Heke aştî dixwazin divê demildest di serî de girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan. Berpirsê jiyana girtiyan Wezîrê Dadê ye. Dewlet xwe weke dewleteke hiqûq pênase dike, lê em weke Kurd, Suryan, Ermeni, Elewî û gelên rastî cihekariyê tên, ev dijhiqûqî nayê dîtin. Em niha jî li vir daxwaza hiqûqe dikin û dibêjin divê dewlet li gorî hiqûqe tevbigere.”
Endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Zehra Camci jî bi lêv kir ku ew wê her tim ji bo ji çalakiya girtiyên nexweş di nava piştgiriyê de bin û got, girtiyên nexweş tevî ku rewşa wan giran e jî nayên berdan.







