Li Wanê panela 25’ê Mijdarê: Em dest ji têkoşînê bernadin

  • 18:51 22 Mijdar 2026
  • Rojane
WAN - Li Wanê di panela ku çarçoveya 25’ê Mijdarê d hat dayîn, tecrubeyên dîrokî yên têkoşîna jinê, parastina destkeftiyên jinê, mekanîzmayên hiqûqê yen di têkoşîna li dijî tundiyê de hatin nirxandin û li ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya jinan hat sekinadin.
 
Li Wanê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetweyî de, KOmeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê, Komeleya Mafê Mİrovan û Çapemeniyê (ÎHAMED) û Komeleya Jinan a Star li salona konferansê a Tahîr Elçî ya Wanê panel pêk anî. Endamên komeleyê, aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) û hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal tevli bûn.
 
Moderatoriya panelê Pinar Kutevî kir û aktivîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn, endama Komeleya Jinan a Star Leyla Kaplan Kertîş û endama navenda mafê Jinan a Baroya Wanê parêzer Medîne Turan taylak wek panelîst tevli bûn.
 
Di panelê de  tecrubeyên dîrokî yên têkoşîna jinê, parastina destkeftiyên jinê, mekanîzmayên hiqûqê yen di têkoşîna li dijî tundiyê de hatin nirxandin û li ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya jinan hat sekinadin. Her wiha peyama wê têkoşîn bê mezinkirin û dest ji têkoşînê nayê berdan hat dayîn.
 
Panel piştî axaftinan bi pirs û bersivan bidawî bû.