Zerrîn Yilmaz: Li dijî tundiyê perspektîfek nû divê
- 09:02 24 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Girtiya siyasî Zerrîn Yilmaz ku li Girtîgeha Sincanê tê girtin, diyar kir ku şer hemû cureyên tundiyê vedişêre û got: "Derfeteke aştiyê heye. Divê jin xwe civakî bikin û saziyên xwe mayînde bikin. Civakeke ku xwe nû, azad û demokratîk bike, hêza bingehîn e ku li pişt hemû daxwaz û destkeftiyan e."
Di demeke ku nîqaşên li ser rêbazên têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan û pêkanîna aştiya civakî zêde dibin, jin ber bi 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiyê ve diçin. Zerrîn Yilmaz ku ev 28 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê tê girtin, bersiva pirsên me yên derbarê çavkanî û zêdebûna tundiyê, têkoşîna jinan û rola jinan di pêvajoya aştiyê de da.
Zerrîn Yilmaz perspektîfeke nû ya ji bo têkoşînê bi bîr xist û destnîşan kir ku civakeke demokratîk dê bibe bingeha destkeftiyên jinan.
'Tundiyê di nav têkiliyên çand, siyaset û îdeolojiyê de kok berdaye'
Zerrîn Yilmaz anî ziman ku tundî di nav sêgoşeya çand, siyaset û îdeolojiyê de cih girtiye û wiha rave kir: "Îdeolojî hinceta tundiyê diafirîne, siyaset jî bi rêya argumanên cûda pratîka wê pêş dixe. Çand jî vê yekê dike parçeyek ji rastiya civakê, bi awayekî ku ew tê qebûlkirin; yanî wekî tiştekî xwezayî û bêpirs tê dîtin. Bi gotineke din, ev hêman hevdu xwedî dikin. Ji ber vê yekê, diyar e ku têkoşîna jinan ne karekî hêsan e. Di heman demê de, ev têkoşîn hemû van pêkhateyên wekî çandî, îdeolojî û siyasiyastê tîne pêş û armanc dike ku wan bi temamî ji nû ve ava bike."
‘Ekolojiya têkiliyên tundîxwaz siyasî û îdeolojîk e’
Zerrîn Yilmaz bi gotina ku ‘divê ew têkiliyên ku dibin sedema tundiyê bên fêmkirin’ balê dikişîne ser wê yekê ku tundî bi tu awayî xwedî bingeheke zanistî nîne. Zerrîn Yilmaz got, Eger ku em îdia bikin cudahiyên biyolojîk û têkiliyên di navbera van cudahiyan de dibin sedema tundiyê, wê demê em di rastiyê de hemû cureyên zordestî û newekheviyê rewa dikin. Di cîhana îro de êdî baş tê zanîn ku daxistina mirovahiyê ji bo asta biyolojiyê û di heman demê de şîrovekirina wê biyolojiyê bi rêbaz û meylên pragmatîk û îdeolojîk, pirsgirêkeke gelekî cidî ye. Her wiha, pênasekirina newekheviyê wekî dabeşkirina xwezayî ya kar a li ser bingeha zayendê jî di rastiyê de hewldanek e ji bo peydakirina hincetek rewa ye."
Koka pirsgirêkê: ‘kujerê qastîk’
Zerrîn Yilmaz diyar kir ku ekolojiya têkiliyên tundîxwaz, siyasî û îdeolojîk e û ev tişt got," Her çend rast be jî ku têkiliyên hilberînê û taybetmendiyên biyolojîk girîng in, lê dîtina van wekî bingeha esasî ya têkiliyên tundîxwaz, me tenê ji rastiyê dûr dike. Eger em bixwazin bigihîjin koka pirsgirêkê, pêwîst e em li wê taybetmendî û şêwaza rêxistinbûnê binêrin ku Birêz Ocalan wekî ‘kujerê qastîk’ pênase dike. Ev cureyê rêxistinbûnê xwedî taybetmendiyeke taybet a neçîrê ye. Ev pêvajo bi kiryarên wekî desteserkirin, talankirin, wêrankirin, belavkirin û kolekirinê dest pê dike û piştre bi rêya pêvajoyeke îdeolojîzekirinê tê xurtkirin. Lewma, têkiliyeke ku bi tundûtûjiyê tê pênasekirin, ne diyardeyeke normal e; berevajî vê, ew nîşana normalîzekirina pêkhateyeke mîna çeteyan e.”
‘Divê ew têkiliya ku dibe sedema tundiyê were guhertin’
Zerrin Yilmaz, ligel ku li dijî tundiyê derdikeve, balê dikişîne ser wê yekê ku helwesteke wiha dikare bibe sedema encamên cuda û wiha dirêjî dayê “Lê belê, pêşkêşkirina tenê dijberiyê wekî çareseriya sereke, bandoreke wê ya sînorkirî heye ku dibe ev yek bibe sedema bertekeke berevajî ku di encamê de tundiyê rewa dike. Pêwîst e ew têkiliya ku dibe sedema vê tundiyê, di asta rêxistinbûnê de were guhertin. Divê jin berpirsiyariya avakirina civakekê bigirin ser milê xwe, ne tenê ji bo xwe, lê ji bo her kesî, civakek ku li ser prensîbên azadî, demokrasiyê û wekheviyê hatiye avakirin. Hewldana hilweşandina hêzeke ku ewqasî baş hatiye rêxistinkirin, asayîkirin û gerdûnîkirin, eger tenê bi çalakiyên takekesî were kirin, dê bandoreke kêm bike û dibe ku tenê bibe sedema bêhêvîtiyê. Ez bawer dikim ku gelek girîng e em nerazîbûn û redkirinên xwe di nav rêxistinê û hevgirtina civakî de bi cih bikin. Cureyên wiha yên têkiliyêan jî rêxistinbûnê, dê hem avakirina civakeke nû û hem jî parastina wê hêsantir bikin."
‘Li gel destkeftiyan, dubarebûn û bendên girtî jî hene’
Zerrîn Yilmaz diyar kir ku têkoşîna jinan xwedî dîrokeke nêzîkî du sedsalan e û destnîşan kir ku ev têkoşîn ne tenê destkeftiyan, lê di heman demê de dubarebûn û bendên girtî jî dihewîne. Zerrîn Yilmaz bal kişand ser wê yekê ku mayindebûna destkeftiyên qanûnî ne garantîkirî ye û wiha berdewam kir: “Her çend me karîbû van mijaran bînin rojeva siyasî jî di qada siyasî de em hîn jî wekî amûrek di destê desthilatdaran de dimînin. Em di navenda nîqaşên li ser demokrasiyê de ne ku ev destkeftiyeke girîng e. Lê belê, desthilatdariya siyasî, li şûna ku hişmendiyeke demokratîk di nava xwe de bi cih bike, ev yek veguherandiye çekekê. Qanûnîbûn, serxwebûna aborî û siyaset ew qad in ku tevgerên jinan tê de hin destkeftî bi dest xistine; bi saya van e ku em îro dikarin biaxivin û binivîsin.”
Zerrîn Yilmaz diyar kir ku divê şêwazeke nû ya têkoşînê ya ku bingeha wê civakî ye were organîzekirin û got: “Em dikarin bibînin ku bi awayekî, avakirina komûneke jinan, tevî çarçoveya wê ya qanûnî, aborî, pergala perwerdehiyê û siyasetê, dê taybetmendiyên azadî, wekhevî û rûmetê pêş bixe. Her wiha, azadî ne mijareke şexsî, lê mijareke civakî ye. Di nebûna civakê de, dibe ku ferdek bê sînorkirin be, lê azadî wekî têgehek nikare bi rastî hebe; ji ber ku çarçoveyek ango têkilî tune ye ku azadî tê de teşeyê xwe bigire. Ev nêrîn, tenê zemîneke hevpar pêşkêş dike ku hemû tevgerên jinan dikarin li ser wê yekîtiya xwe ava bikin. Ez behsa ‘welatekî jinan’ ê utopîk an jî rêxistineke li dijî mêran nakim; berevajî vê, pêwîst e em qadên xwe biafirînin da ku em bibin hêmaneke bingehîn a civakê.”
'Şer, hemû cureyên tundiyê vedişêre'
Zerrîn Yilmaz diyar kir ku şer hemû wêrankariya xwe li ser jinan bar dike û wiha lê zêde kir: “Kesên ku herî zêde êşê dikişînin jin in. Ya girîngtir ew e ku şer di her şêweyê xwe de hemû cureyên din ên tundiyê vedişêre; ew hem dibe hincet û hem jî perdeyek ji bo wan. Rastiya şer, her kesî bêdeng dike û belav dike. Ji ber vê yekê, aştî tenê ew hawîrdor e ku tê de deng, gotar, çalakî, rêxistinbûn, demokrasî û wekhevî dikarin hebin. Di şer de tu guhertin an veguherînek çênabe; şer bi hişkbûn û israra serhişkane tê pênasekirin. Berevajî vê, aştî bi vekirîbûn, nermbûn û guhertinê tê naskirin. Li cihê ku mirin hebe, mirov nikare behsa wekhevî an azadiyê bike. Tenê li cihê ku jiyan hebe, em dikarin nîqaş bikin ka em ê çawa ber bi pêş ve biçin.”
'Divê jin rêxistina xwe mayînde bikin'
Zerrîn Yilmaz bal kişand ser wê yekê ku hawîrdora aştiyê derfetê dide rêxistinbûn û pêşxistina siyasetê û got: “Niha derfeteke aştiyê heye. Ji bo ku em vê derfetê bi kar bînin, divê em wekî jin helwest û pozîsyona xwe diyar bikin. Bêyî ku em di wan bendên girtî yên siyaseta kevneşopî de asê bimînin; mîna nîqaşên li ser ‘kê çi bi dest xist, kê çi winda kir, an çi ji dest diçe.’ Divê em ji bîr nekin ku em ne li bazarê ne, lê di demekê de ne ku em tên cem hev. Bi dîtina min, divê jin tenê daxwazan pêşkêş nekin; divê ew xwe di nava civakê de bi cih bikin û xwe rêxistina xwe mayînde bikin. Civakeke azad û demokratîk piştî ku hat avakirin, dibe xwediyê hemû daxwaz û destkeftiyan.”
‘Ji bo kesên ku ji ber nasnameya xwe ya siyasî girtî ne, her tim rêyek heye’
Zerrîn Yilmaz diyar kir ku divê hemû tevgerên jinan hestiyariyê nîşan bidin û berpirsiyariyê bigirin ser xwe da ku bibin dengê jinên di girtîgehan de, û wiha berdewam kir: “Girtîgeh cihên wisa ne ku kes tê de li ser navê xwe napeyivin. Ew rastiyek in ku pêdiviya wan bi nûnertiyê heye. Ji bo kesên ku ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatine girtin, her tim rêyek heye an jî, eger rêyek tune be, sedemek wê heye; ew bi hesteke wateyê dijîn. Helbet, ev nayê wê wateyê ku ew ji van şert û mercên giran rizgar in; ya ku ez behs dikim, girêdana xwe bi armancekê ve ye. Berevajî vê, kesên ku ji ber tawanên asayî girtî ne, bi awayekî cidî pêdiviya wan bi dengekî, nûnertiyekê û nasnameyekê heye. Nexwe, wateya ewqas gazinc, qîrîn û devjêberdana ji jiyanê çi ye?”









