Ruyê tundiyê yê eşkere û yê veşartî
- 11:12 24 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jina, me vîdyoyek amade kir ku balê bikişînin ser şêwazên tundiyê yên eşkere û veşartî; vîdyo behsa cureyên cûda yên tundiyê dike ku jin di her qada jiyanê de pê re rûbirû dimînin.
Jin di hemû qadên jiyanê de rastî şêwazên cûda yên tundiya mêr tên. Ji bilî tundiya fîzîkî, cureyên wekî tundiya derûnî, zayendî, aborî û dîjîtal her wiha tundiya di nava têkiliyên hezkirinê deî jiyan û azadiyên jinan dikin hedef. Hin tevgerên ku carinan di bin navê evîn û parastinê de tên asayîkirin. Lê ev di rastiyê de wekî şêwazên tundiyê derdikevin pêş.
Bi rêya vê vîdyoya ku ji aliyê JINNEWSê ve ji bo 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hatiye amadekirin, em bang dikin ku ev şêwazên cûda yên tundiyê bên naskirin û eşkerekirin, her wiha têkoşîna kolektîf a li dijî wan bê xurtkirin.









