Li Wanê ji bo meşa 25’ê Mijdarê bang

  • 17:27 24 Mijdar 2026
  • Rojane
 
 
WAN –Jinên Wanê ji bo meşa ku wê sibê çarçoveya 25’ê Mijdarê de pêk bê li navenda bajar belavok belav kirin.
 
Li Wanê bi pêşengiya  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Dema Jinê, ji bo meşa ku wê sibê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî pêk bê belavok belavkirin. Xebata ji ber Wan AVM hat destpêkirin û heta Qada Bajar berdeawm kir, gelek jin tevli bûn.
 
Jinên di meşê de belavok belavkirin û banga tevlibûna meşê kirin bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berzkirin.