Li Krasnodar û Stavropolê çalakiyên jinên Kurd

  • 14:48 25 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Rûsyayê li herêmên Krasnodar û Stavropolê bi wesîleya 25'ê Mijdarê çalakî lidar xistin û tundiya li jinê şermezar kirin.
 
Li herêmên cuda yên Rûsyayê jinên Kurd bi semîner û daxuyaniyan tundiya li dijî jinê şermezar kirin.
 
Krasnador 
 
Li bajarê Krasnodarê li Mala Neteweyan a bajêr jinên Kurd bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê semînerek lidar xistin.
 
Di semînerê de endama Komîteya Jinê ya Otonomiya Kurd a bajarê Krasnodarê Aide Babyeva nivîsek li ser vê wateya rojê xwend. Her wiha işaret bi tundiya fîzîkî, zayendî, derûnî, aborî û dîjîtal ên li dijî jinan hate kirin.
 
Lusik Angasî jî di axaftina xwe de li ser girîngiya vê rojê û pêwîstiya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan rawestiya. Di dawiya semînerê de jinên beşdar jî nêrîên xwe li ser vê mijarê anîn ziman.
 
Stavropol
 
Li herêma Stavropolê, li navçeya Novoaleksandrovskê jinên Kurd li du gundan bi wesîleya 25'ê Mijdarê li hev kom bûn û şîdeta li dijî jinan şermezar kirin.
 
Li gundê Krasnodarskî Xutor daxuyaniyek li ser navê jinan ji aliyê endama Komîteya Jinê ya gund Teliya Hesen ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de şîdeta li dijî jinan hate şermezarkirin.
 
Li gundê Haydovskî jî jin li hev civyan. Di çalekiyê de girîngiya 25’ê Mijdarê hate gotûbêjkirin. 
 
Her wiha daxuyaniyek hate dayin û çalakî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.