Di serdema şaristaniya kapîtalîst de tundî
- 09:03 23 Cotmeh 2026
- Jineolojî
"Teşeyê tundiyê yên serdema modern, di rastiya dîrokî de teşe dibe û diguhere. Bi bandora zanist, dîrok û hunerê re, em dema beriya modernîteyê wek atmosferek tundiyê ya tarî xeyal dikin. Pêkanînên tundiya kêfî yên bê sînor ên kral û hukumdaran li ber çavên me zindî dibin. Darvekirin, îşkence, serjêkirin, gundên dihatin wêrankirin bê guman piraniya wan rast in."
Zeynep Beydagi
Lê beriya modernîteyê desthilatdarî û tundî bi qasî îro mayînde nebûbû û li hemû civakê belav nebûbû. Împaratorên herî zalim jî ne xwedî hêza ku hemû civakê bike bin kontrola xwe bû. Derfetên avabûnên xweser, kabîle, eşîretan ji bo ku xwe biparêzin, birevin, koç bikin, tifaqê ava bikin, hebûn. Ev hêza ku xwe biparêzin stratejiyên xwe ava bikin îfade dikin. Em di heman demê de muzkarekirin, girtina biryara xwe û xurtbûna kevneşopiya komunal a civakî îfade dike. Di mîtolojiyên sumeran de gelek çîrokên ku têkoşîn û muzakareyên di navbera klanan de ku jin bi bandor bûn tije ye. Tundî bêdeng dike û têkiliyan hildiweşîne. Muzakere jî pêşî li tundiyê digire.
Tundî û desthilatdariya dema modern li ser vê mîrateyê mayînde dike. Beriya modernîteyê ku ceza piranî beden hedef digirt. Lê di vê demê de li şûna tundiyê normalkirin, bindestkirin û zextan cih girtiye. Wek Foucault jî îfade kiriye fikara esas di vir de ‘ne cezakirinek kêm, hîn baştir cezakirin e..’ Ev bandorê li rih û zihniyetê dike, di roja îro de hem beden hem fikrên kesan tên serdestkirin. (Sinisa Malesevic, Bilindbûna hovîtiya bi rêxistinkirî)
Teşeyê tundiya nû dîsa di bin tekela tundiya dewletê de ye. Rêbazên berê li aliyekî nehatiye hiştin, hev temam dikin û didomin. Berfirehbûna di bingeha burokratîk a dewletê de vê nîşan dide. Împaratoriya Romayê, beşek mezin a axa cîhanê û 70 mîlyon serjimar serdest kiribû û wê demê xwedî 300-400 memûrî bû. Lê di roja îro de serjimara memûrên dewletê gelek bilind e. Di dorpêçkirina civakê de, polîs, artêş, yekîneyên îstîxbaratê bi hev re tevdigerin.
Rûyên tundiyê yên nayên dîtin
Bi salan berê ez hatibûm binçavkirin û dema em birin nexweşxaneyê min çima xwe vekir ku şopa îşkenceyê nîşan bidim lê ji ber şop tunebû xemgîn bibûm. Ji ber ev dihat vê wateyê ‘şop tuneye îşkence tuneye’. Li dadgehê hevalek min got ‘îşkence û tundî li me hat kirin’ lê dadger got ‘di rapora doktor de tiştek tuneye’ û îşkence qebûl nekir. Ji biryara dadger zêdetir ez li ser nîşaneya tundiya ku hatibû kirin sekinîm. Belkî jî me ev îzah nomal didîtibû.
Tema ku tespît bi fîzîkî bê piştrastkirin, pênasekirina ‘şop tune îşkence tuneye’ jî bê guman rast tê hesibandin. Çareserkirina mijara tundiyê perspektîfeke berfirehtir hewce dike ku edalet, hiqûq, dîrok, çand, psîkolojî û sosyolojiyê di nav xwe de bigire. Îro bi berfirehî tê pejirandin ku pênasekirina tundiyê tenê bi zirara bedenê ne bes e. Lê, di pergalên hiqûqî yên nûjen de, hebûn an rêjeya tundûtûjiyê bi giranî bi delîlên laşî tê pîvandin; kiryarên wekî şer, êrîş, birîndarbûna laşî, komkujî, îşkence û tecawiz di vê çarçoveyê de ne. Wekî din, di çarçoveya hiqûqî ya heyî de, pêvajoya hewldana îspatkirina ku kesek zex û tecawiz li wan hatine kirin, pir caran dibe sedema rûbirûbûna bi celebek cuda ya tundiyê. Her çend şerên hiqûqî yên ku ji hêla rêxistinên mafên mirovan û qurbaniyên tundûtûjiyê ve li dijî vê nêzîkatiya pozîtîvîst têne kirin, hin pîvanên serkeftinê bi dest xistine jî, tundî hîn jî bi giranî wekî tundiya beden tê dermankirin.
Bi tevlîkirina cureyên tundiyê yên derûnî, çandî, siyasî û aborî nav wêjeya yasayî, di nîqaşên derbarê tundiyê de girîngiya aliyên civaknasî û derûnî zêdetir bûye. Bi rastî, heqaret, biçûkxistin û tundiya devkî ew cureyên tundiyê bûn ku civakê ji demeke pir dirêj a dîrokê ve der barê wan de xwedî agahî bû. Tundiya derûnî û hestyarî jî zirarê didin beden.
Êşa fîzîkî û hestî bi riyê ne fîzîkî dikare bê dayîn. Mînak her tim biçûkxistin dikare teşwîqê întîxarê bike. Demdirêj tirs û alozî dikare rê li ber krîza dil vebike. Hawirek bi stres dikare bibe sedema tundiya nav malê. Di hawirek bi xeter de xebat rê li ber pirsgirêkên cidî vedike. (Sinisa Malesevic, Bilindbûna hovîtiya bi rêxistin)
Aliyekî girîng ê tundiya nayê dîtinê jî ‘tundiya pêkhateyî’ ava dike. Ev cureyê tundiyê ya ji aliyê Johan Galtung ve tê pênasekirin, bandora saziyên tekelên tundiyê dihewînin, analîz dike. Tundiya li ser jinê jî di vê esasê de tê destgirtin. Wek kes û komê tundiya ku jin pê re tên rû hev encama têkiliyên wekhev e.
Piere Bourdieu aliyên civaknasî û çandî yên tundiyê analîz dike û vê yekê bi rêya têgeha "tundiya sembolîk" rave dike. Slavoj Zizek, bi pênasekirina tundiya objektîf û subjektîf, pîvaneke cuda li nîqaşê zêde dike. Ew wê tundiya berbiçav a ku ji aliyê kes, kom û dewletê ve tê kirin, wekî tundiya subjektîf pênase dike.
*Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş wê bi sernavê ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de dîwarên nayên dîtin’ bê weşandin.
*Ev nivîs ji hejmara 38’an a mijara dosyaya ‘Tundî û berxwedan’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.







