Li Hesekê tundî bi rêya listika şanoyê hat vegotin
- 19:40 23 Mijdar 2026
- Rojane
HESEKÊ - Li Hesekê bi minasebeta 25’ê Mijdarê listikeke şanoyê ku tundiya li ser jinan vedigot hat pêşandan.
Çalakiyên bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dirûşma "Ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan bibin yek" dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê bi tevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan çalakiyeke çandî li dar xist.
Di çaçroveya çalakiyê de şanoyek bi navê "Avaşîn" li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê bi amadebûna bi dehan şêniyan hat pêşandan.
Beriya ku şano were pêşandan, endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Xalide Bûtî axivî. Xalide diyar kir ku ev çalakî ji bo balkişandina ser tundiya li dijî jinan hatiye lidarxistin û dîroka vê rojê jî parve kir.
Xalide anî ziman ku dewlet jinan dike hedef û hewl dide rola wan sînodar bike û wan bê îrade bike.
Xalide Bûtî anî ziman ku dê têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan bidomînin û got: "Têkoşîn ji her kesî tê xwestin. Divê em îradeya xwe ji cîhanê re bidin xuyakirin. Erka her kesî ye ku mîrateya zimanê me biparêze."
Piştî axaftinê, Koma Darsî ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê şanoya "Avaşîn" pêşkêş kir. Şano balê dikişîne ser tundiya li dijî jinan, zewicandina bi temanê biçûk, her wiha rêbazên pêşgirtina li tundiyê.
Piştî pêşandana şanoyê dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.









