Gulbahar Bartu Komî ya TJA’yî jiyana xwe ji dest da
- 21:57 24 Mijdar 2026
- Rojane
WAN- Aktîvîsta TJA’yê Gulbahar Bartu Komî jiyana xwe ji dest da.
Gulbahar Bartu Komî ku demekê berdevkiyaTevgera Jinên Azad (TJA) ya Wanê kir û di têkoşîna azadiya jinê de kedek mezin da, ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
Ji TJA’yê daxuyanî
TJA’yê der barê wefata Gulbahar Bartu Komî de daxuyaniyek nivîskî da û ji malbata wê re sersaxî xwest û soza jiyankirina têkoşîna wê dan. TJA’yê di daxuyaniyê de anî ziman ku Gulbahar Bartu Komî di têkoşîna azadiya jinê de kedek mezin daye û ji ber wefata wê xemginiyek mezin dijîn. TJA’yê di dawiya daxuyaniyê de ji malbat û hemû jinên têkoşîna azadiyê dimeşînin re sersaxî xwest û soza jiyankirina têkoşînê dan.









