Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur: Em dikarin rê li ber tundiyê bigirin
- 09:23 25 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur têkildarî 25'ê Mijdarê diyar kir ku ew dikarin têkoşîn û berxwdana xwe bilindtir bikin û rê li ber tundî û zordestiya li ser jinê û gelê mazlûm bigirin û got:" Em jin bi israr dibêjin; yekîtiya me hêza me ya herî mezin e! "
Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnteweyî daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ew bi yekîtiya neteweyî, dikarin li dijî sîstema dîktatoran a ku jinê tune dihesibîne, civakek azad, wekheviya zayendî ava bikin û hat gotin:"Ji bo em rola xwe ya pêşengiyê baş bi cih bînin divê em yekîtiya jinên Kurd xurt bikin."
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Wek Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, em hemû jinên ku li dijî zilm, tundî û tunehesibandinê li ber xwe dane û jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Em dizanin ku tundiya li ser jinê tenê ne bi awayekî fîzîkî ye. Li gel tundiya fîzîkî tundiya derûnî, pişaftin û jihevbelavbûna li ser gelê Kurd û jina Kurd ji gelek aliyan ve bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Li dijî sîstema zordest berî her tiştî pêdiviya me bi xurtkirina tifaq û yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye. Tundiya li ser jinê, li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi polîtîkayên dagirkerî, şer bûye rêbazek sîstematîk a desteserkirina mafên jinan ên hebûn û xwebûnê. Têkoşîna me ya li dijî tundiyê, di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna tevahiya herêmê û pêkanîna aşitiyeke mayînde ye.
Li Tirkiyeyê nêzî du salan e ku pêvajoyeke aştiyê didome. Ji bo ev pêvajo bi tenduristî bimeşe û bigihêje armanca xwe divê mafên jinan bên parastin û kujer û qirkerên jinan bê ceza neyên hiştin. Em baş dizanin tundiya li ser jinê bi awayekî hovane ji aliyê dewletên ku li ser axa me polîtîkayên şer dimeşînin, tê kirin. Zîhniyeta mêrê serwer a ku li Rojhilata Navîn serdest e, jinê weka koleya dagirkeriyê dibîne. Ji ber vê yekê, çareserkirina pirsgirêka jinê, bûye şertê pêşîn ê aştiyê û demokratîkbûna herêmê. Weke jinên Kurd, em xwedî rolek dîrokî ne ku bi tecrûbeya xwe ya berxwedanê û sîstema xwe ya hevjiyana azad, bibin pêşenga jiyaneke azad û wekhev. Ji bo em rola xwe ya pêşengiyê baş bi cih bînin divê em yekîtiya jinên Kurd xurt bikin.
Em bang li hemû jinên li her çar aliyê Kurdistanê û yên dîasporayê dikin ku li dijî hemû hewldanên dabeşkirin û tunehesibandinê, îradeya xwe ya hevpar ya neteweyî xurtir bikin û bi hev re xebatên rêxistinî yên li dijî tundiya pergalkirî mezin bikin. Tundiya ku jinên Kurd pê re rû bi rû dimînin, rasterast bi nebûna çareseriya siyasî û tunebûna yekîtiya Kurdan ve girêdayî ye. Em dibînin ku niha bi dehan jinên Kurd tevî nexweşiyên xwe yên giran jî di girtîgehên dagirkeran de dîl in û ji mafê xwe yên dermankirinê bêpar tên hiştin. Ji ber vê yekê, pêşvebirina Yekîtiya Neteweyî bi pêşengiya jinan, ne tenê karekî siyasî ye, di heman demê de karekî civakî û mecbûriyeteke lezgînî ye ku rê li ber qetlîam û binpêkirina mafên jinan digire.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, vê rojê weke fersendeke mezin dibîne ku li dijî her cûre zilmê rêxistinbûna xwe mezin bike. Li Rojhilata Navîn, bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" tenê ne ji bo xwe, ji bo hemû jinan pêşengiya têkoşîna azadiyê û li dijî tundiyê dike. Ji bo ku em pergala mêrê serwer a tund û qirker têk bibin, divê em jin xebatên ji bo yekîtiya xwe ya neteweyî xurtir bikin. Em dizanin ku dema jinên Kurd bibin yek, ne tenê Kurdistan, tevahiya Rojhilata Navîn dê ber bi demokratîbûn û aştiyeke bi rûmet ve gavek mezin biavêje. Em bi yekîtiya neteweyî, dikarin li dijî sîstema dîktatoran a ku jinê tune dihesibîne, civakek azad, wekheviya zayendî ava bikin. Em dikarin têkoşîn û berxwdana xwe bilindtir bikin û rê li ber tundî û zordestiya li ser jinê û gelê mazlûm bigirin. Em jin bi israr dibêjin; yekîtiya me hêza me ya herî mezin e!"









