Îdirê bang: Em hêza xwe ji porê jinan ê jêkirî digirin

  • 16:46 26 Şubat 2026
  • Rojane
ÎDIR– Meclîsa Jinan a DBP'ê ku di çarçoveya 8'ê Adarê de daxuyanî da, got "Em hêza xwe ji porê jinên ku keziyên xwe jê dikin digirin. Pergal çiqas ji jinan bitirse jî em ê hêza xwe û dengê xwe hîn bilindtir bikin."
 
Meclisa Jinan a  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 8'ê Adarê, Roja Jinan a Navneteweyî de li Îdirê civînek çapemeniyê li dar xist û jin anî cem hev. Cîgira Hevseroka DBPê Narîn Gezgör, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek jin beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Berî civîna çapemeniyê, jinên ku dixwestin ji avahiya rêxistina bajêr ya DBPê ber bi Parka Musa Anter ve bimeşin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Tevî ku walîtî tu qedexeyek nedaye jî, polîsan pankarta ku dixwestin hilgirin a bi nivîsa"Bi jinên  azad re, ber bi civaka demokratîk," wekî sedemên nehiştina meşê ji bo jinan nîşan dan.
 
Jinên ku li dijî êrîşa polîsan nerazîbûn nîşan dan, li ber avahiya rêxistina DBP ya bajêr civîneke çapemeniyê li dar xistin. Li vir pankartek bi nivîsa "Bi jinên azad ber bi civaka demokratîk" hate vekirin, her wiha pankartên bi nivîsa  û "Ronesansa Jinan dest pê kiriye" hatin hilgirtin. Berdevka Meclîsa Jinan a DBPê Berivan Bahçeci li vir daxuyanî da.
 
'Em ê nehêlin dengê jinan bê bêdengkirin'
 
Berivan Bahçeci diyar kir ku ew bi rojan e gund bi gund û tax bi tax digerin û jinan ji bo meşa 8'ê Adarê vedixwînin qadan û got, "Me ev kir da ku jin li kolan û qadan bên cem hev û dengê xwe bidin bihîstin. Me ev kir da ku mafên jinan biparêzin û wan bi hev re bihêz bikin. Polîsan destûr neda meşa me. Ji ber vê yekê, wan xwest ku em pankart û filamayên xwe rakin. Em bi saetan dorpêç kirin ji ber ku me dixwest bibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî'  Jin ji ber hatina qadê û bilindkirina dengê xwe tên astengkirin. Lê em ê tu carî nehêlin ku dengê jinan bê qutkirin"
 
 Em sîstema ku jinan bêdeng dike qebûl nakin
 
Berivan Bahçeci bal kişand ser şîdeta li dijî jinan û got, "Em hêza xwe ji hêza şoreşa Rojava digirin. Em hêza xwe ji hêza ku jinên li Rojava pêşengiya wê dikin digirin. Em hêza xwe ji porê jinan ê hunandî ku jêdikin digirin. Pergal çiqas ji jinan bitirse jî, em ê hêz û dengê xwe hîn bêtir bilind bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; 'Civak bêyî ku jin di nav wê de azad bin, azad nabe.' Astengkirina rêya jinan tê wateya astengkirina rêya civakê. Ji ber vê yekê, em ji hemû jinên Kurd û Kurdistanê û bi taybetî ji jinên Îdîrê re dibêjin;  em pergala ku hewl dide jinan bêdeng bike qebûl nekin."
 
Daxuyanî piştî govenda ku jinan geraqnd bi dawî bû.