19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li li Ayşe Gokkan hat birîn

  • 13:53 19 Hezîran 2026
  • Hiqûq
AMED - Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Berdevka berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan birî û biryara berdewamiya ragrtina wê da.
 
Danişîna 5’emîn a doza ku Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jê dihat darizandin û berê Dadgeha Bilind cezayê ji du dosyayên “endamtiya rêxistinê” ku yek jê 12 sal û yê din 7 sal û 6 meh betal kiribû, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. 
 
Ayşe Gokkanb li Girtîgeha Jinan a Sîncanê li ser SEGBÎS’ê û parêzerên wê li hêwana danişînê beşdarî danişînê bûn. Danişîn ji aliyê xizmên Ayşe Gokkan û gelek rêxistinên jinan ve hat şopandin. 
 
Dozger, der heqê Ayşe Gokkanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” xwest ku 2 caran bê cezakirin.  
 
Ayşe Gokkan a ku parastina xwe bi Kurdî kir, anî ziman ku tu pratîkek wê yê bibe mijara cezayê an darizandinê nîne û ev tişt got: “Ger ji ber Kurdbûna xwe ez têm darizandin wê demê divê hemû civak bê darizandin. Heta nasnameya civakê neyê qebûlkirin dê ev darizandin berdewam bikin. Her gotina min wek îllegal tê nirxandin. Ji ber ku min qala têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna azadiya Kurdan kirî, ez têm darizandin. Ez ji ber felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ têmd darizandin. Ji ber fezlekeyên derew ên ku polîsan amade kirine ez têm darziandin. Darizandina li dadgehê ji bo min ne girîng e. A girîng ew e ku gel û jin min nadarizînin. Ez bi TJA’yê serbilind im.” 
 
Piştî parastina parêzeran Ayşe Gokkan carekê din axivî û diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinan de berdewam bike.
 
Piştî navberê dadgehê biryar aşkera kir û ji du dozên bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” yek jê 12 sal û ji doza duyemîn jî 7 sal û 6 meh, bi giştî 19 sal û 6 meh ceza li Ayşe Gokkanê birî.