Li Wanê li hemberî paşxistina berdana girtiyan bertek

  • 14:15 24 Cotmeh 2026
  • Rojane
WAN - Ji bo girtiyên nexweş û girtiyên siyasî ku berdana wan tê taloqkirin TUHAY-DER'a Wanê daxuyanî da û gotin: "Rê li ber azadiya girtiyan tê girtin." 
 
Ji bo girtiyên nexweş û girtiyên siyasî li pêş Edliyeya Wanê, TUHAY-DER daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Werin em li dijî binpêkirinên mafan û taloqkirina înfazan li girtîgehan dengê xwe bilind bikin” hate vekirin.” Hevseroka TUHAY-DERê ya şaxa Wanê Rengîn Karabûlût axivî.
 
Rengîn Karabûlût, diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nêzîkî du sal in berdewam dike û got: “Bi bangawaziya Birêz Abdullah Ocalan serdemeke nû ya bêşer dest pê kiriye û hêviyên aşitiyê roj bi roj hinekî din mezin bûne. Di pêvajoyeke wiha de, çavên dayik û malbatan bi hêvî û bawerî li vebûna deriyên girtîgehan e. Di heman demê de ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî vê pêvajoyê kelecan û hêviyeke mezin ava kiriye. Hêviya girtiyên siyasî ew e ku bigihêjin azadiya xwe, di zûtirîn demê de beşdarî jiyana civakî ya demokratîk bibin û di şert û mercên azad de tevkariyê li vê pêvajoyê bikin.”
 
Rengîn Karabûtût bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ev yek got: “Lê belê tevî ku rewşa malbat û girtiyên siyasî wiha ye jî, tabloya ku li hemberî bûyerên di girtîgehan de û li hemberî binpêkirinên mafan ên ku bi israr berdewam dikin derdikeve holê, dil diêşîne. Bi taybetî mexduriyeta girtiyên siyasî yên ku tevî qedandina cezayê xwe jî berdana wan tê taloqkirin û bi şewitandina înfazên wan rê li ber azadiya wan tê girtin, berdewam dike.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Rengîn Karabûlût destnîşan kir ku divê nêzîkatiyên wiha bi dawî bibin û axaftina xwe wiha domand: “Di serdemeke ku ji bo xurtkirina siyaseta demokratîk û domdarkirina aşitiya civakî hewldan berdewam dikin de, domandina pratîkên ku îradeya azad a civakê û beşdariya wê ya di jiyana demokratîk de qels dikin, nakokiyeke cidî çêdike. Politîkayên şerê taybet ne tenê bi rêbazên leşkerî sînordar in; ew cîhana ramanî, nirxên exlaqî û îradeya siyasî ya civakê hedef digirin û dixwazin civakê ji nirxên wê yên resen dûr bixin. Pêwîst e ku binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan bi israr tên domandin û mexduriyeta girtiyên ku tevî qedandina cezayê xwe jî nayên berdan, ji vê aliyê ve werin nirxandin.”
 
Di dawiya axaftina xwe de Rengîn Karabulut bang li rayedaran kir û got: “Ji vir şûnde, di serî de ji Birêz Serokomar re, ji Wezareta Dadê re, ji saziyên peywendîdar ên dewletê û ji hemû berpirsiyaran re banga me ev e; ji bo avakirina aşitiyeke domdar divê berpirsiyarî were girtin û gavên pêwîst bên avêtin.”
 
Daxûyanî bi çalakiya rûniştinê, berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û lêdana çepikan bi dawî bû.