Xwendekarên wezîr protesto kirin hatin girtin
- 20:51 25 Cotmeh 2026
- Hiqûq
STENBOL- Endamên TÎP’ê Nevîn Tekîn û Nehîr Dîzdar yên ku wezîrê perwerdehiyê Yusuf Tekîn protesto kirin hatin girtin.
Beriya serdana Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn a Lîseya Kadikoy a Stenbolê, endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Nevîn Tekîn û Nehîr Dîzdar pankarta ‘Pêşeroja me tuneye, ji re jî aramî tuneye’ û ‘Yusuf Tekîn îstîfa’ daliqandibûn. Xwendekarên ku wezîr Yusuf Tekîn protesto kirin hatin girtin.
Xwendekarên TÎP’ê li ser hesabê çapemeniya civakî wiha gotin: “Yusuf Tekîn ji aliyê xwendekarên Lîseya Kadikoy a Stenbolê ve hatin îfşakirin. Ji şerma xwe her du hevalên me dan binçavkirin. Tirsa te sûcê de dide xuyakirin. Soza me soz e, em ê ji te hesab bipirsin!”







