Ji ÎDAYDER'ê panela 25'ê Mijdarê
- 16:28 23 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - ÎDAYDER'ê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de panelek bi navê “Di Quranê de cihê jinan” li dar xist. Di panelê de wiha hat gotin: "Divê em mafê xwe bizanin ku serdestî ji holê rabe."
Komeleya Alîkariyê ya Alimên Olî ya Stenbolê (ÎDAYDER) panelek bi sernavê “Di Quranê de cihê jinan” li dar xist. Panel li avahiya ÎDAYDER'ê ya li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê pêk hat. Endam û rêveberên ÎDAYDER'ê, Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li panelê bûn.
Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Perva Înal û aktivîsta mafên jinan Nûrten Ertûgrûl weke axêver beşdarî panelê bû.
Panel bi xwendina fatîhayê ji bo pakrewanan dest pê kir.
Hevseroka ÎDAYDERê Adalet Unlu beşdaran silav kir û axaftinek xurt kir. Unlu bi bîr xist ku ew bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, hatine cem hev û got: “Tundî ne tenê tundiya fizîkî ye, tunehesibandina jinê jî tundiyekî ye. Ol mafê kontrolkirina mirovekî din nade. Divê tundî bi hinceta olî jî pêk neyê. Têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê peywira jinan e. Gelek peywir dikeve ser milê erkdarên olî. Divê em li dijî tundiyê helwestekê bigirin. Divê em li gel jinan bin. Werin li dijî tundiyê bêdeng nemînin.”
Ewilî Nûrten Ertûgrûl axivî. Nûrten Ertûgrûl diyar kir ku xebatek wiha ya di 25'ê Mijdarê de pir girîng e û wiha got: “Divê em berî her tiştî behsa sedemên tundiyê bikin. Ji ber ku gelek caran tundî li hin herêman wekî çand tê dîtin, carna jî tundî di nav malan de dimîne û nayê dîtin. Jin li malên xwe di nav tirsê de dijîn. Bi hezaran kes wisa dijîn, gelo em dikarin ji vê re bibêjin malbat? Ji ber ku malbat cihê şanaziyê û dilxweşiyê ye. Tundî ne tenê fizîkî ye. Carna şopandina têlefonê û astengkirina hevdîtina bi malbata xwe re jî tundî ye. Tundiya psîkolojîk jî heye û êdî nayê dîtin, ji ber ku tê normalîzekirin. Eger zarokek kûr di nav tundiyê de mezin bibe, tundiyê wekî mafê xwe dibîne. Di hişê zarokan de tundî û hezkirin tevlihev dibin. Dema em bibin şahidê tundiyê an jî bibihîzin, divê em nebêjin ‘tiştekî nabe.’ Ji ber ku ev gotin dibe sedema domandina tundiyê. Guh bidin dengê jinên ku rastî tundiyê tên. Tundî ne takekesî ye, tundî civakî ye. Îro pêvajoyek heye. Heke di nav gel de aştî tê gotin, divê piştgirî jî hebe. Kîjan maseyê jin hebin, aştî zêdetir pêkan dibe. Rola jinan pir girîng e. Heke jin hebin, aştî dê pêk were. Di pêvajoya sala 2015'an de jin bêdeng bûn û pêvajo xera bû. Divê em di pêvajoya niha de bêdeng nemînin.”
Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Perva Înal jî diyar kir ku divê herkes bizane ku hin hadîs çawa hatine mealkirin û wiha got: “Di hadîsekê de tê gotin: ‘Çi mêr çi jin be, kî tiştekî baş bike, em ê jiyanekî baş bidin wî.’ Di navbera jin û mêran de cudahî tune ye. Di sûreya Ehzabê ya 35'emîn de tê gotin ‘mêr û jinên misilman ên ku berxwe didin, xwe diparêzin hwd.’ Ev bi vî rengî berdewam dike. Diyar e ku di navbera jin û mêran de tu cudahî tune ye. Jin ji parsûya mêran nehatiye afirandin. Bi salan tiştên cuda ji me re hatine gotin. Çi kirin? Jin kirin perçeyekî mêran. Hişmendiya qirêj a ku dixwaze jinê tune bike û bindest bike, derbarê jinan de gotinan dibêje. Mêr dixwaze serdest be, ev hemû tişt jê tên. Dema em rastiyê nezanin, kes dikare serdestiyê li me bike. Divê em mafê xwe bizanin ku serdestî ji holê rabe. Ji ber ku Xwedê jî dibêje: hûn wekhev in. Dema ku me banga hin jinan kir ji me re gotin ’em tu carî tenê derneketin, nizanin werin.’ Divê em jî bibêjin ‘çima bendê ne ku yek kes mafê me bide û me biparêze.’ Divê em dev ji hişmendiya maxdûritiyê berdin.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.









