‘Mirin û şewitandina înfazan a li girtîgehan provokasyon e’
- 16:18 23 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Çalakiya ku bi pêşengiya TUHAD FEDÊ ya Enqereyê ji bo mafê dermankirin û berdana girtiyên nexweş li ber Wezareta Dadê hatiye destpêkirin, di roja 7an de berdewam dike. Di çalakiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê rewşa girtîgehan de jî hat xwendin û hat diyarkirin ku mirin û şewitandina înfazan a li girtîgehan provokasyon e.
Çalakiya ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) û bi banga Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê ji bo mafê dermankirin û berdana girtiyên nexweş li ber Wezareta Dadê daye destpêkirin, di roja xwe ya hefteyan de berdewam dike. Xizmên girtiyên nexweş, dayikên aştiyê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn.
‘Muxatab Erdogan e’
Li vir Ferît Şenyaşar axivî û wiha got: “Dewleta ku edalet lê tune be, mehkûmî hilweşînê ye. Rewatiya desthilatdariya ku edaleta wê tune be, divê bê nîqaşkirin. Dayikên girtiyan ji dewletê, ji desthilatdariya ku welat bi rê ve dibe, daxwaza qenciyekê yan jî tiştekî derveyî qanûnê nakin. Li girtîgehan 335 girtiyên nexweş ên giran hene. Herî kêm nîvê van di rewşekê de ne ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Li vir muxatabê me Wezîrê Dadê û Serokkomar Erdogan ê ku li serê desthilatdariyê ye.”
Ferît Şenyaşar bal kişand ser wê yekê ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk du sal li pey xwe hiştine û axaftina xwe wiha domand: “Em êdî daxwaz û hêviyên niyetbaşiyê qebûl nakin. Gelê Kurd, Dayikên Aştiyê, hevalên girtî yên di zindanan de; êdî li benda wê yekê ne ku dewlet û desthilatdarî gavên şênber biavêjin. Ji bo berdana girtiyên nexweş ne hewcedarî bi qanûneke nû heye ne jî bi ketina meriyetê ya qanûna vê pêvajoyê heye. Mafê jiyanê pîroz e. Astengkirina dermankirina wan sûc e. Heta ku encam bê girtin, wê çalakiya li ber Wezareta Dadê berdewam bike.”
‘Ma rakirina cezayê darvekirinê ev e?’
Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê Mûstafa Ûgûr Akkaya jî bertek nîşanî astengkirinên polîsan ên li dijî wan da û ev tişt anî ziman: “Dewlet di bin kîjan şert û mercî de dibe bila bibe, bêyî ku tu cudahiyê bike, avahiyek e ku mafê jiyan û tenduristiya welatiyê xwe dixe bin ewlehiyê. Lê li Tirkiyeyê ev yek wiha nabe. Li Tirkiyeyê dewlet mafê jiyanê ji destê mirovên xwe digire, wan mehkûmî mirinê dike. Tê gotin cezayê darvekirinê hatiye rakirin, lê li girtîgehan girtiyên şoreşger ji bo mirinê tên terikandin. Ma rakirina cezayê darvekirinê ev e? Em li dijî vê yekê derdikevin. Li dijî van pêkanînên derveyî mirovahiyê, heta ku girtiyên me yên nexweş bên berdan, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Ev kiryar provakasyon in’
Piştî wî, Nûnerê TUHAD-FEDê yê Enqereyê Sîhan Kaya di peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 22yê Mijdarê ya bi Şandeya Îmraliyê re şandibû de, beşên têkildarî girtîgehan xwend. Di peyama hat xwendin de ev îfade cih girtin: “Li hemberî van armancên mezin, tu aliyekî îzahkirin û qebûlkirina hin rewşên ku îro diqewimin tune ye. Bi taybetî mirinên li girtîgehan, şewitandina înfazan û pêşxistina pêkanînên cuda li girtîgehên cuda, provokasyoneke li dijî pêvajoyê dihewîne.”
Ji Dayikên Aştiyê Safiye Dogan Ergîn jî ev nirxandin kir: “Me bi hezaran kur û keçên xwe spartin axê û me xwe ragirt, lê gotina Newrozê ya ‘Bila dayika min bê serê min bişo û porê min şeh bike’ ne tiştekî ku mirov bikaribe xwe li ber bigire ye. Li vir tenduristiya girtiyan dikin mijara bazarê. Bila zarokên me bidin me. Em dixwazin ewladên xwe derman bikin.”
‘Bêdengiya li dijî zilmê şirîkatî ye’
Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete jî mafê axaftinê girt, diyar kir ku ew ne tenê ji bo axaftina li ser mexdûriyetan li vir in û wiha axivî: “Her can delîlekî hebûna Heq e. Berxwedana li can, bi taybetî astengkirina mafê dermankirinê yê canekî girtî ku ne tenê ji aliyê hiqûqî ve, ji aliyê wijdanî û exlaqî ve jî mafê herî xwezayî ye, bêwijdanî ye. Bêdengiya li hemberî vê zilmê jî şirîkatiya li wê ye. Li ku derê hatiye dîtin ku li ser canekî nexweş siyaset bê kirin? Em ê tu carî razîbûnê nîşanî vê yekê nedin. Divê girtiyên nexweş demildest, bêyî ‘lê’ û ‘belê’ bên berdan û di mijara dermankirina pêwîst de her cure hêsankarî bê kirin.”
Herî dawî Nûnerê Federasyona Alimên Olî yên Mezopotamyayê Diyadîn Firat jî axivî û wiha got: “Her rojên înê mele li hemû mizgeftan weazê didin û dibêjin ‘Bi edalet û qenciyê (îhsanê) tevbigerin’. Tevî ku her înê edalet û qencî tê xwestin, çima Wezîrê Dadê bi edalet tevnagere? Em ê ji bo serwerbûna edalet û qenciyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan çalakî bi awayê çalakiya rûniştinê berdewam kir.









