Der barê êrîşa zayendperest a li dijî Leyla Zana biryara neşopandinê

  • 19:15 27 Mijdar 2026
  • Rojane
STENBOL- Di lêpirsîna der barê tezahuratên zayendperest û bi  heqeret yên li hember Leyla Zana hatibû destpêkirin de, der barê sê kesî de biryara neşopandinê hat dayîn.
 
Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye der bararê tezahuratên bi nefret, heqeret û zayendperest yên li hebmer siyasetmedar Leyla Zan adi 26’ê Kanûna 2025’an de serlêdana sûc kir.Li ser serlêdana sûc li Stenbolê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de der barê sê kesî de biryara neşopandinê hat dayîn.
 
Buroya Lêpirsînsa Sûcên Bahîsa Dijqanûnî û Sporê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 15’ê cotmehê de biryar da ku der barê kesên tezahuratên nîjadperest û zayendperest kirine yên bi navê E.H, E.F.T û Î.B de doz bê vekirin.
 
Dozgeriyê di biryarê de  E.H û F.E.T de qedexeya musabakayên sporê anî û hat destnîşankirin ku ji bo E.H  wê heta 16’ê Sibata 2027’a û ji bo F.E.T jî heta 24’ê Hezîrana 2027’an wê qedexe bidome.
 
Der barê Î.K  jî bi hinceta berê biryara qedexeyê hatiye dayîn, biryara ji nû ve hewce bi qedexeyê tuneye, hat dayîn.
 
Hat hînbûn ku kar û barê der barê B.S, S.Î û E.T.E de didome.