Li Amedê stranên bi Kurdî û Katalanî dê bi hev re bên gotin

  • 12:22 27 Mijdar 2026
  • Çand û Huner
AMED - KASED û hunermendên jin ên Katalanî dê sibehê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê konserekê bidin.
 
Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinan (KASED) û hunermendên jin ên Katalan dê sibê (28ê Mijdarê) konsereke hevbeş bidin. Konsera ku stranên bi zimanên Kurdî û Katalanî pêşkêş dike, dê saet 19:30'an de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê pêk were.
 
Hunermend û endama KASED'ê Hêlîn Tapanci diyar kir ku armanca çalakiyê ew e ku çanda Kurd bi jinên Katalan bidin nasîn.
 
Helîn Tapancı xwesteka xwe ya ji bo xurtkirina danûstandina çandî û hevgirtina di navbera jinan de anî ziman û hemû welatî vexwend konserê.