Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê:Parastina destkeftiyan wê bidome

  • 19:52 28 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛEYAN - Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê di kongreya pêk anîn de balkişandin ser bandora şert û mercên siyasî û aborî ya li ser mafên jinan. Beşdaran tekez kirin ku parastina destkeftiyên jinan, azadî û mafên wan dê bidome.
 
Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê ku di têkoşîna ji bo mafên jinan de yek ji rêxistinên xwedî dîrok û bingeha xurt e, di 27’ê Mijdarê de 15’emîn Kongreya xwe ya Neteweyî li dar xist. Ev kongre di demeke ku welat ji aliyên siyasî, aborî û civakî ve di nav rewşeke pir aloz û dijwar de derbas dibe de pêkhat. Di kongreyê de girîngiya parastina destkeftiyên jinan, têkoşîna li dijî tundî û cudakariyê û têkoşîna ji bo azadiya jinên girtî hate tekez kirin.
 
‘Hewl didin dengê jinan bêdeng bikin’
 
Rêvebera komeleyê Raja Dahmanî, diyar kir ku kongre di bin dirûşma “Femînîstên berxwedêr: Na ji tundiyê, dûrxistin û bêdengkirinê re” de pêk hatiye. Raja Dahmanî got ku kongre di şert û mercên siyasî, aborî û civakî yên pir dijwar de tê lidarxistin û qeyranên welat jî her ku diçe kûrtir dibin.
 
Raja Dahmanî, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de zextên li ser maf û azadiyan zêde bûne, garantiyên beşdarbûna demokratîk lawaz bûne û kanalên diyalog û danûstandinê kêm bûne û hişyarî da ku destkeftiyên mafî û hemwelatîbûnê di bin metirsiyên cidî de ne û cureyên cuda yên tundî, cudakarî û derxistinê zêde dibin.
 
Raja Dahmanî, anî ziman ku komele piştî du salên xebata rêveberiyê, kongreya xwe ya 15’emîn li dar dixe û diyar kir ku ev kongre ji bo tekez kirina prensîbên rêveberiya dorveger û demokrasiyê gelek girîng e. Raja Dahmanî, da zanîn ev kongre ji bo nûvekirina soz û biryara têkoşînê ku wekheviya zayendî bi tevahî û di pratîkê de pêk were, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û li dijî tundiya siyasî ya li ser jin û parêzvanên mafên mirovan derfetek mezin e.
 
Raja Dahmanî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê tu hûrgulî û tu deriyekî têkildarî mafên jinan nehêlin. Em dixwazin ji bo jin û mêrên Tûnisê guhertinên girîng, bandorker û encamdar pêk bînin.”
 
Ji bo jinên girtî banga têkoşînê
 
Endama komeleyê û parêzvana mafên jinan Fethiya Hayzem, diyar kir ku jinên girtî di pêvajoyên dadgehkirina neadilane de bi şert û mercên pir giran re rûbirû dimînin û got ku du jin bi bedena xwe li dijî vê rewşê berxwedanê dikin û dest bi greva birçîbûnê kirine. Fethiya Hayzem, destnîşan kir ku neheqiyên li welat, êrîşên li dijî azadiyan û binpêkirinên mafan êdî nayên qebûlkirin û divê ev rewş bi dawî bibe.
 
Fethiye Hayzem, anî ziman ku têkoşîna parastina rûmet, azadî û mafên jinan nabe ji têkoşîna azadiyên siyasî bê cuda kirin û wiha pê de çû: “Tevî ku nêzî 10 sal ji derxistina Yasaya Hejmar 58 a li dijî tundiya li ser jinan derbas bû jî jinên ku rastî tundiyê tên hêj ji parastineke bi bandor bêpar in. Fethiye Hayzem, diyar kir ku dewlet li hemberî binpêkirinên mafan, bêderfetî, bêdengî û înkarkirinê didomîne û balkişand ku dewlet li hemberî binpêkirinên ku jin rastî wan tên û êş û azarên wan, helwesteke bêdeng û çavpêgirtinê nîşan dide.
 
‘Em ê dev ji têkoşînê bernedin û em ê bêdeng nemînin’
 
Fethiye Hayzem, behsa berdana kesê ku jinek kuşt kir û wiha pirsî: “Gelo ma sûcek ji kuştinê mezintir heye? Çawa dibe ku dadgerek kesekî ku bi vî awayî tundiyê kiriye azad berdide.Em ê dev ji têkoşînê bernedin û em ê bêdeng nemînin.”