DBP'ê li Sêrtê bi gel re hevdîtin kir

  • 16:27 19 Hezîran 2026
  • Rojane
SÊRT - Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê bi gel re civiya destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê xebat dimeşîne û wiha got: “Em ê birêz Ocalan li ser maseya muzakereyê bi tenê nehêlin.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê bi dirûşma ‘Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin’ wê du rojan li Sêrtê û li tax û navçeyên wê civînên gel li dar bixe. Şandeya ku Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de ye, ewilî li Baxçeyê Çayê yê Mezopotamyayê bi welatiyan re civiya.
 
Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di civînê de li ser pêvajoyê axivî, anî ziman ku Kurd ji bo avakirina demokrasiyê têkoşînê dimeşînin û wiha got: “Ji 27ê Sibatê vir ve vîneke derketiye holê heye. Daxwaza demokrasiyê ji bo Kurdan daxwazeke nû nîn e. Birêz Ocalan di bin şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê xebat dimeşîne. Teqez e ku polîtîkaya 100 salî ya înkar û asîmîlasyonê dê nikaribe berdewam bike. Li Rojava ji aliyê hêzên navdewletî ve şer li ser Kurdan tê ferzkirin. Lê pergala Rojava ya şer nîn e ew aştiyê tercîh dikin. Avakirina aştiyê ya bi Tirkiyeyê re jî gengaz e. Ev bi gavên wêrek têne kirin. Birêz Ocalan roja 27ê Sibatê bang kir. Ev gav ji bo ku li şûna çekan rê li ber bingeha siyaseta demokratîk vebibe hat avêtin. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de got ‘Ji bo ku civakên bi kîn û hêrs karibin biguherin, pêdivî bi nirx û ramanên exlakî yên pir mezin hene.’ Polîtîkaya 100 salî ya înkar û asîmîlasyonê bû sedema qeyraneke kûr a rêveberiyê.”
 
‘Em ê birêz Ocalan li ser masê muzakereyê bi tenê nehêlin’
 
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser muzakereyên ji bo aştiyê û têkoşînê têne meşandin û wiha domand: “Ji aliyê aqilê dewletê ve li şûna nêzîkatiya sed salî ya înkar û îmhayê, avêtina gavên demokratîk pêdiviyeke lezgîn e. Divê biryarên DMMEyê werin pêkanîn. Rewşa girtiyên nexweş jî bi heman rengî ye. Sedsala nû ya vî welatî bi gavên wêrek ên ku dewlet biavêje ve girêdayî ye. Em ê Birêz Ocalan li ser maseya muzakereyê bi tenê nehêlin. Em ê di nav têkoşînekê de bin ku gavan bi dewletê bidin avêtin. Di vê çarçoveyê de em 4 mitîngên mezin li dar dixin. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û avêtina gavên demokratîk, em ê li qadan bin. Em ê paşeroja demokratîk a vî welatî bi hev re ava bikin.”
 
Newala Qesaba
 
Welatiyên ku beşdarî civînê bûn jî nêrînên xwe yên li ser pêvajoyê anîn ziman. Welatiyan di axaftinan de bal kişandin ser vê yekê ku divê dewlet bi Newala Qesaba re hevrû bibe. Welatiyan diyar kirin ku divê dewlet demildest gavên pêwîst biavêje.
 
Serdanên heyeta DBPê yên li bajêr berdewam dikin.