Rejîma Îranê dermankirina girtiyên jin asteng dike
- 19:27 24 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hate ragihandin ku jiyana sê girtiyên jin ên siyasî ji ber bêparbûna ji dermankirinê û piştguhkirina hişyariyên bijîşkan, di metirsiyê de ye.
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, bi raporekê têkildarî rewşa sê jinên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de agahiyan belav kir.
Di raporê de hate diyarkirin ku girtiya siyasî Mesûme Nesacî ya 64 salî û di Girtîgeha Evînê de tê girtin, tevî ku bi çendîn nexweşiyan re têdikoşe û ji bo parastina tenduristî û jiyana wê pêdiviya biryareke lezgîn heye, lê hîna jî cezayê xwe dikişîne û heta niha tu gav ji bo rawestandina cezayê wê yan berdana wê nehatine avêtin.
Malperê destnîşan kir ku girtiya siyasî Fatime Camî ya li Girtîgeha Gorganê ku çiyager û dayika zarokekî 16 salî ye, tevî xirabiya rewşa wê ya laşî, destûr nedane ku were tedawîkirin. Di dema girtina xwe de pêdiviya wê bi emelyata kîstekî di sîngê wê de hebû, lê emelyat ji bo çend mehan hat paşxistin.
Hate ragihandin ku hewildanên malbata wê ji bo wergirtina destûra bijîşkî yan azadkirina demkî bi kefaletê heta niha bêencam mane, rewşa laşî ya Fatime Camî xirabe û pêdiviya wê bi veguhastina nexweşxaneyên derveyî girtîgehê heye.







