Di meha 45’an a erdhejê de jiyana di konan de: Jiyana me zehmet e

  • 09:02 25 Mijdar 2026
  • Jiyan
Evîn Çîftçî
 
SEMSÛR- Erdhejzedeyên ku tevî 45 meh di ser erdheja 6’ê Sibatê de derbas bûye di kon û konteyniran de dijîn wiha gotin: “Tevî evqas sal derbas bû hîna em di kon de dijîn. Yên mirin xilas bûn, me êşên mezin kişandin.”
 
Di ser erdheja 6’ê Sibata 2023’an de ku navenda wê Bazarcix û Elbîstan a Mereşê bû pêk hat de 45 meh derbas bû. Bi hezaran mirovên ku xizmên xwe, malên xwe winda kirin û qadên jiyana xwe terk kirin, tevî evqas dem hîna jî pirsgirêkan dijîn. Li herêmên erdhejê çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de avahiyên nû hatin çêkirin û bi taybet li gund û bajarokan hîn pirsgirêka starbûnê heye. Gelek kes hîna di konteyniran de jiyana xwe didomînin û hinek jî neçar in di kon de bijîn.
 
Li mezra Baltali ya navçeya Kolik a Semsûrê û li bajaroka Keysûn a Besniyê welatî tevî ku 45 meh di ser erdhejê de derbas bûye hîna di konteyniran de dijîn. Welatiyan der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Kesî li deriyên me nexistin’
 
Yildiz Yucel diyar kir ku texrîbatên erdhej diafirîne hîna didome û got: “Yên mirin xilas bûn. Lê me êşên mezin kişandin. Ev ne jiyan e. Piştî erdhejê gotin wê di salekê de xanî bên teslîmkirin. Lê hîna jî nehatine teslîmkirin. Binê konteynirê parçe bûye. Zarokekî min astengdar e. Tu kesî li derê me nexistiye.Tevî 3 sal der bas bû hîna xanî nehatine teslîmkirin. Psîkolojiya me xera bûye. Em di rewşeke rezîl de ne. Em 6 kes di konteynirê de dijîn. Her sal heman tiştî dibêjim. Konteynira me têk çûye. Çima zarokên min vê dijîn. Piştî erdhejê gotin wê li gund 30 xanî bê teslîmirin. Lê tevî evqas demê tu tiştek nehat kirin.”
 
‘Ya hêjayî me tê dîtin ev der e’
 
Kardelen Oner daxuyakirin ku dûpişkê bi birayê wê yê yek salî vedaye û wiha anî ziman: “Tevî evqas dem em hîna di kon de dijîn. Jiyana di kon de zehmet e û sar e. Her tim av dikeve kon. Wan ronan dûpişkê bi birayê min veda. Tu kes dengê me nabihîze. Em êdî nikarin vê êşê bikşînin. Em dixwazin di malên xwe de bijîn.”
 
‘Me bi zorê canê xwe xilas kir’
 
Ayşe Şahîn jî wiha got: “Di erdhejê de tenê canê me ma. Em rojên xerab jiyan. Me canê xwe bi zor xilas kir. Her tiştê me di erdhejê de tune bû. Em hewl didin li vir bijîn. Em ji sermayê nikarin razên. Av dikeve konên me. Cihê em razên tuneye. Tu çavkaniyek me ya debarê tuneye. Ez ji pişta xwe ameliyat bûme. Em li vir gurî bûn, her kes nexweş ket. 40 rojî li Dîlokê hatim dermankirin.”
 
Muzeyyen Oner jî bi lêv kir ku di şertên giran de dijîn û wiha vegot: “Tu çavkaniyek me ya debarê tuneye. Hevjînê min bi rojane dixebite. Em dipên ku xaniyên me bên çêkirin lê hîna tu tiştek nehatiye kirin. Jiyan zehmet e. Gelo kî dixwaze di konan de bijîn. Rewşa me qet ne baş e.”
 
‘Ji ber nexweşiyan nikarim rabim ser piyan’
 
Elîf Aydin ya 80 salî ku bi tena serê xwe di kon de têkoşîna jiyanê dide wiha got: “Bila tu kes tenê nemîne. Bêkesî zehmet e. Ez ê hemû zivistanê li vir derbas bikim. Nikarim sobeyê pêxim. Ji ber nexweşiyan nikarim rabim ser piyan. Her tim av dikeve konê me.”