Divê girtiyên siyasî bên berdan
- 09:03 25 Mijdar 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Dayikên tevli daxuyaniya ku TUHAY-DER û Dayikên Aştiyê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş dan, bûn wiha gotin: “Di serî de Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş, divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
Bi banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir re demek nû li Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir. Bi vê re nîqaşên der barê aliyên civakî û hiqûqî yê pêvajoyê jî didomin. Demên dawî de yek ji sernavên herî zêde tê nîqaşkirinê qanûna çarçoveyî ye. Ev nîqaş dikdiomin û li aliyê din jî rewşa girityên siyasî, taloqkirin û astengkirina tahliyeyan mafê jiyana girtiyan tehdîd dike.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAD-DER) û Dayikên Aştiyê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan.
Heyeteke ji Dayikên Aştiyê pêk dihatin beriya hevdîtina 23’ê Mijdarê de çûn serdana rêveberiya AKP’ê û diyar kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsyariya xwe bîne cih. Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayîn.
‘Divê cenaze ji girtîgehan dernekevin’
Dayikên Aştiyê yên tevli daxuyaniyê bûn wiha gotin: “Divê demildest girtî bên berdan. Divê êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin. Di serî de serokê me Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş divê hemû girtî bên berdan.”









