‘Ger pêvajo erênî bi encam bibe wê ekosîstem jî bê parastin’

  • 09:03 4 Tebax 2026
  • Ekolojî
HATAY - Ekofemînîsta Başûrî, Halwest Karîm da zanîn ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ne tenê di alî bidawîbûna pevçûnan, di alî rawestandina hilweşîna ekolojiyê de jî derfeteke girîng e û got: “Bi pêkhatina aştiyê re wê ekosîstem jî bê parastin.”
 
Bi salan e li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet  yên tên meşandin tenê bi operasyonên leşkerî sînor namîne, di heman demê de di qadên çandî, aborî, demografîk û ekolojîk de jî pêkanînên tên meşandin derkevin pêş me.Ji valakirina gundan heta texrîbkirina xwezayê, veguhertina qadên jiyanê, koçberkirin û gelek pêkanînên din raste rast bandorê li ser civak û ekolojiyê dikin. yek ji van polîtîkayan qirkirina ekolojiyê ye. Erdnîgariya berê bi polîtîkayên ewlehiyê û operasyonan hedef dihat girtin, îro ev bi bendav, kanên madenê,kanên kevir, GES,  HES’ê hedef tên girtin.
 
Ekofemînîsta ji Başûr, Halwest karîm der barê texrîbata ekolojîk a li her çar parçeyên Kurdistanê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Li her çar alî Kurdistanê qirkirina ekolojiyê’
 
Halwest Karîm daxuyakirin ku li her çar alî Kurdistanê qirkirina ekolojiyê heye û wiha got: “Kurdistan kirin çar parçe. Qirkirina ekolojîk jî bi armanca talankirina qadên jiyanê yên Kurdan wek çek hat bikaranîn. Mînak Tirkiyeyê li Efrînê beşek mezin a darên zeytunan birî û berhem anîn Tirkiyeyê. Li Rojhilat rejîma Îranê li ser Gola Urmiyê ji 50’yî zêdetir bendav ava kirin. Gola Urmiyê îro bi astek mezin ziwa bûye. Li Iraqê di dema komkujiya 1988’an a Enfalê de tenê gel nehat qeitkirin, di heman demê de xwezaya Kurdistanê jî hat qirkirin.”
 
‘Alavên hilweşîna ekolojîk yên li hember Kurdan hatine bikaranîn’
 
Halwest Karîm  di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Em li Tirkiyeyê jî Bendava Ilisu dibînin. Cihekî dîrokî yê wek Heskîfê di bin avê de ma. Bi hezaran gundiyan zirar dît. Mirov ji warê xwe bûn. Ev proje di bin navê mezinbûna aborî de tên avakirin. Lê di heman demê de alavên hilweşînê yên li hember Kurdan tên bikaranînê ne. Çavkaniyên aborî kengê bê texrîbkirin mirovahî ji vê bandor dibe. Li Tirkiyeyê ev potîka çiqas Kurdan hedef bigire jî heman kesên li Tirkiyeyê dijîn jî hedef digire.”
 
Eko-femînîzm wê çawa bibe bersiva eko-krîzê?
 
Halwest Karîm  der barê eko-femînîzmê de jî axivî û li dijî eko-krîzê balkişand ser girîngiya femînîzmê.Helwest Karîm wiha dirêjî dayê: “Netew dewlet ku çavkaniyên xwezayê binpê dike di heman demê de ji ser bedena jinê jî serdestiyê ava dike. Patriyarka, kapîtalîzm, binpêkirin û mîlîtarîzm girêdayî hevin. Eko femînîzm dikare ji bo analîzkirina krîzan wek perspektîf bê bikaranîn.”
 
‘Ger aştî pêk bê wê ekosîstem jî bê parastin’
 
Halwest Karîm balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got ev pêvajo wê bandoreke erênî ya mezin li ser ekolojiyê bike û got: “Pêvajoya hatiye destpêkirin ne tenê di alî bidawîbûna pevçûnan de, di alî rawestandina hilweşîna ekolojiyê de jî derfeteke girîng e . Bi pêkhatina aştiyê re wê ekosîstem jî bê parastin.”