ROJEVA 03'YÊ SIBATA 2026'AN
- 09:00 3 Sibat 2026
- Rojev
* Nirxandinên ku Rêberê Gelê Kurd daye û rewşa heyî ev yek eşkere kiriye: tiştê ku piştî 27 salan diqewime komployek e ku hêzên navneteweyî tê de ne û gelê Kurd, li hember vê yekê, bi berdewamkirina têkoşîna xwe di çarçoveya paradîgmaya Rizgariya Jinan a Demokratîk û Ekolojîk de berxwedana xwe gihandiye qonaxek diyarkirî. Vê berxwedanê komploya yekem têk bir û mirov dikare bêje ku komploya nûjen jî dê bi heman berxwedanê têk biçe.
*Nûnera Stenbolê ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Şîrîn Yalincakoglu, diyar kir ku polîtîkayên serdestiya mêran û bêcezatî tundiya li dijî jinan normal dike û tekez kir ku daraz mafê jiyanê yê jinan paşguh dike. DÎMEN HEYE
*Nûnera Stenbolê ya KCDP'ê Şîrîn Yalincakoglu, diyar kir ku polîtîkayên serdestiya mêran û bêcezatî tundiya li dijî jinan normal dike û tekez kir ku daraz mafê jiyanê yê jinan paşguh dike. DÎMEN HEYE
*Rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên ku xwepêşandanên piştî êrîşên li ser Rojava dişopînin, bi awayekî bi kêfî hatine astnegkirin, binçavkirin û gef li wan hatine xwarin. Hevseroka ÎHAMED'ê Burcu Şeber diyar kir ku sansura dîjîtal bûye sîstematîk û got, "Tiştê ku em hewce ne, ne tepeserkirin, lê aqil, qanûn û ya herî girîng jî wijdanê civakî ye." DÎMEN HEYE







