Li Reqayê malên Kurdan hatin talankirin

  • 16:14 3 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên HTŞ’ê li Reqayê û gundên derdor malên Kurdan talan kirin.
 
Piştî êrişa çeteyên HTŞ’ê yên li ser Reqayê, çeteyan malên Kurdan ên li bajêr û gundewarên wê talan kirin.
 
Di dîmenan de ku hatine weşandin, xuya dibe ku endamên komên çekdar kel û pelên malan û erebeyên xelkê ku ji malên xwe koçber bûye, talan dikin.