ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2026'AN

  • 09:00 12 Sibat 2026
  • Rojev
 
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di beşa bi sernavê "Neteweya demokratîk û jiyana civakî" de dibêje: "Neteweya demokratîk beriya her tiştî israra civakbûnê ye; li hemberî modernîteya kapîtalîst bi dirûşmeya ‘yan civak yan netiştekbûn’ radiwest e.” DOSYA
 
*Li gorî rapora Akademiya Jineolojiyê, piştî HTŞ’ê Bendava Tişrînê xistiye bin kontrolê li Kobanê û Cizîrê ceyran û av hatiye birîn. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku ev pêkanîn raste rast êrîşa li dijî mafê jiyanê ye.
 
*Akademîsyen Seda Altug diyar kir ku aştî ne tenê nebûna pevçûnê ye û tekez kir ku divê aştiya mayînde bi guhertina şert û mercên ku dibin sedema şer û bi demokrasiyê re were nirxandin. BI DÎMEN 
 
*Ji Karavana Gel Anna Ellenberger diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên zext û nefretê şopandine û got ji bo dorpêça li ser Rojava bê şikandin divê têkoşîna global û hêvî bê mezinkirin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu da zanîn ku ji bo xizmeta tenduristiyê li Kobanê bidin serî li wezareta tenduristî û Walîtiya Rihayê dane lê hîna bersivek nehatiye dayîn û got: “Di rewşa destur bê dayîn de em ê xebatên xwe bimeşînin. Lê niha hîna bersivek ji bo desturê nehatiye dayîn. Em hîna li bendê bersivê ne.” BI DÎMEN 
 
*Rojnameger Sozda Oremar ku ji roja êriş û dorpêça li dijî Kobanê hatiye destpêkirin li bajar kedek mezin dide, berxwedan û krîza mirovahî ya li bajar tê jiyîn xist bin qeydan.DÎMEN HEYE