‘Şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike’

  • 09:07 13 Sibat 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED- Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Amedê û psîkolog Laleş Ongun da zanîn ku zarokên di bin şer û dorpêçê de mezin dibin bi travma kronîk re tên rû hev û ev travma nifş bi nifş tê veguhestin.
 
Zarokên di bin şer de mezin dibin gelek bi bandor dibin û travmayên mezin bi wan re çêdike. Ev di alî beden û rih de pêşketina wan bandor dike.
Zarokên Rojava û Îranê zarokên herî zêde ji şer bandor dibin e.  Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Amedê û psîkolog Laleş Ongun bandora şer a li ser zaorkan axivî.
 
Laleş Ongun  got zarokên di hawira şer de mezin dibin gelek bi bandor dibin û got: “Di şer de yên herî zêde bandor dibin jin û zarokin. Li Rojava jî rewş bi vî rengiye. Em ewil vê bêjin. Tişta ku zarokên li wir dijîn ne encama şer e, encama bêdengiya navneteweyî, ambargo û dorpêçê ye. Dema em di alî psîkolojîk de dinêrin, em dikarin behsa nifûseke zarokan ya ku bi travma kronîk re hatiye rû hev bikin.”
 
‘Mafê jiyanê tê binpêkirin’
 
Laleş Ongun diyar kir ku li qadên ku di bin êrîşan de ne pêkane mirov behsa başiya tenduristiya rih a zarokanbike û got: “Ji bo zarokan divê cîhanek bi ewle hebe. Li Rojava zarok her tim bi dengê teqînan şiyar dibin. Birçî dibînin. Di sermayê de dimînin. Ev hemû pirsgirêka bêewlebûnê derdixe holê. Ev rê li ber travmayan vedike. Em behsa travmayên şexsî nakin.  Ji ber tiştên 10 sal berê 20 sal berê 30 sal brê hatine jiyîn rîska ku vê nifş bi nifş vediguhezîne dihewîne. Li wir mafê jiyanê tê binpêkirin. Mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Dibistan tên hilweşandin. Mamoste neçar dimînin koç bikin.  Destdirêjî û zewaca bi zorê. Ev tablo vê nîşan dide. Ev ne krîzeke, ev polîtîkayeke sîstematîk a binpêkirinê ye.”
 
'Li orteya şer de têkoşîna jiyanê'
 
Laleş Ongun diyar ki ku zarok di orteya şer de mezin dibin têkoşîneke mezin a jiyanê didin û got: “Ne tenê li Roava li her derê ku şer heye zarok zarokatiya xwe najîn. Têkoşîna jiyanê didin. Zarok bi lîstikan mezin dibin û hevaltiyê fêr dikin. lê li van deran zarok neçar dimînin wek mezinan bijîn. Zarokan ji bo hevsengiyên siyasî feda dikin. Pêşeroj û parastina zarokan bi vî awayî tê fedakirin. Peymanên navneteweyî yên parastina zarokan diparê tune tên hesibandin.”
 
‘Bêdengî sûc e’
 
Laleş Ongun wiha dawî lê anî: “Em bang dikini bila berpris hesab bidin û mekanîzmayên serbixwe yên şopandinê bên avakirin, pergalê piştgiriya psîkososyal yên mayînde bikevin dewrê ûavakirin. Divê binsesaziya perwerde û tenduristiyê bên parastin.  Divê gavên hewce bên avêtin. Ger nayê avêtin her alîkarî her daxuyanî wê kêm bimîne. Her bê dengî wê bibe hevkariya sûc.”