Li dijî 15’ê Sibatê li qadane: Bila azadiya Birêz Ocalan bê misogerkirin

  • 19:34 15 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku ji bo salvegera komploya li dijî Abdullah Ocalan de hate gotin: “Em dixwazin azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan bê misogerkirin.”
 
Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatêya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.
 
Dêrsîm
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Dêrsimê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Êve roşta raştîye verva ozadîye” (Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve) hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Dêrsimê Ozcan Ateş komplo şermezar kir.
 
Piştre parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu axivî û diyar kir ku bi vê komployê tunekirina hebûna gelê Kurd hatiye armanc kirin û ev tişt got: “Ev komplo di şexsê rêzdar Ocalan de ne tenê li dijî Kurdan bû. Îro êrişên li ser Rojava jî encama vê komployê ne. Êrişên li ser Rojava, êrişên li dijî paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk in ku rêzdar Ocalan ava kiriye. Ev êriş îro bi polîtîkaya tecrîdê berdewam dikin.”
 
Ayten Korduyê ji bo sepandina “Mafê Hêviyê” bang kir û got: “Em vê hişmendiya komployê ya berî 27 salan şermezar dikin. Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan teqez bê mîsogerkirin.”
 
Xarpêt
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Xarpêtê li Garaja Xozatê daxuyanî da. Pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve, em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin” hat hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Xozatê Saadet Yavuz metna hevpar xwend û komplo şermezar kir.
 
Çewlîg
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Çewlîgê li Qada Bajêr daxuyanî da. Hevserokê DBP’ê yê Çewlîgê Şevket Kalindamar ji bo têkoşîna li dijî komployê bê xurtkirin bang kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Çewlîgê Sedat Ormangoren jî got: “15’ê Sibatê ne tenê dîrokek e, roja fêmkirina vê destwerdana tarî, teşhîrkirina wê û têgihîştina heqîqetê ye. Di heman demê de banga xurtkirina têkoşîna aştî û demokrasiyê ya gelan e.”
 
Eskîşehîr
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Eskîşehîrê li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevserokê Eskîşehîrê Bektaş Turkmen diyar kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê perçeyekî komployê ye û ev tişt got: “Divê pergala tecrîdê bi dawî bibe û mercên xebat û ragihandinê yên azad ji bo rêzdar Abdullah Ocalan bên amadekirin. Naskirina Mafê Hêviyê ne tenê daxwazek e, ji bo têkbirina komployê pêwîstiyek e. Em ê wekî DEM Partiyê ji bo jiyanekê demokratîk, adil û wekhev têbikoşin.”