ROJEVA 16'Ê SIBATA 2026'AN

  • 09:00 16 Sibat 2026
  • Rojev
 
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez dike ku xweparastin ji bo civakê bi qasî debara jiyanê û zayînê girîng e û dibêje, "Ti cureyekî bêparastin tune ye" û perspektîfa neteweya demokratîk wekî garantiya jiyaneke azad ji bo Kurdan pênase dike. DOSYA
 
*Şadiye Manap da zanîn ku  bandora komploya 15’ê Sibatê îro bi êrîşên li dijî Rojava didomin û got civaka demokratîk û ‘jin jiyan azadî’ ne tenê dirûşmeyeke, felsefeya damezrandina têkoşîna azadiya jin-mêr e. Şadiye Manap wiha got: “Rêbertî ji bo Tirkiye, jinan û gelê Kurd jiyana azad e.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Dîcle Sayyîgît  diyar kir ku daxwazkirina edaletê dişibe ji Azraîl daxwazkirina can û got bêcezahiştin tundiyê mezin dike. Dîcle Sayyîgît da zanîn ku gefa li ser kesên serî li komeleyê didin, veguheriye tundiya fîzîkî. DÎMEN HEYE
 
* Necla Gursoy da zanîn ku ji bo bajarên jinan xebatên li herêmên pîlot didomin û got: “Li bajaran getobûyîn heye. Ji ber vê têkoşînek topyekun pêwist e. Xwegîhandina jinan a navendên piştevanî, îstîhdam û ewlehiyê daxwaza esas e.” DÎMEN HEYE
 
*"Mafê her zarokekî ku bi zimanê xwe perwerde bibe heye û ev maf di heman demê de mafê hebûnê ye jî. Zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin bîra wan zelal e, bi xwe re lîhevhatî ne û di jiyanê de serkeftîtirin. Ew ne biyaniyê civaka xwe ne  û girdayî civaka xwe dimînin. Civakek ku zimanê xwe yê dayikê zindî dihêle hem xwe û hem jî cîhanê dewlemend dike. Ji ber ku her ziman cîhanek cuda ye." JI PÊNÛSA JINAN