Zivistanê deştên germ, havînê zozanên hênik

  • 09:04 22 Sibat 2026
  • Jiyan
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Ayşe Kaymaz bahsa koçeriya xwe ya  ku zivistanê tên deştên germ, havînê diçin zozanên hênik kir û diyar kir ku her bar li ser milê jinan e.
 
Koçer bi sedsalane ku zivistanan dadikevin deştê û havînan jî diçin zozanan gav bi gav axa Kurdistanê nas dikin û ne tenê sewalên xwe bîr, çand û berxwedana jiyanê ji zoznaekî dibin yê din.
 
Koçberiya naqede
 
Jiyana  koçeran çîrokek koçberiyê ya naqede ye. Koçberî ji biharê dest pê dike û didome. Bi germbûna hewayê re diçin zozanan û bi sermayê re berbi deştê ve tên.
 
Ji bo koçberiya nû amadekarî
 
Ayşe Kaymaz û malbata xwe ku ji koçerên Sêrtê ne çar demsalên salê di rewşa koçberiyê de ne. Bi germbûna heayê re diçin zozanên Serhedê û bi zivistanê re jî tên Botanê. Ayşe Kaçmaz ku bi malbata xwe re li herêma Ser Ava Kiçan a Cizîrê kon vedane di meha Nîsanê de wê bi malbata xwe re ji nû ve koç bikin. Ayşe Kaçmaz da zanîn ku wê bi germahiyê re koçî zozanan bikin û got piranî bi meşê an jî bi hesp, hêstir û keran diçin zozanan.
 
‘Em diçin zozanên herî xweş’
 
Ayşe Kaymaz daxuyakirin ku 40 sal e koçeriyê dikin û got: “Koçerî naqede. Di salên dawî de bi krîzê re êdî fêdeya koçeriyê jî nemaye. Koçerî zehmete. Zivistanê zehmete. Dema dibe bahar hîn xweştir dibe. Kîjan zozan xweş be em diçin wir. Em berê xwe didin zozanên herî bilind. Ku derê xweş be em diçin wir. Zozanên xweş ji bo sewalên me jî baş in. Em bi şîrê xwe penîr û berhemên din çêdikin û difroşin. Koçerî zehmet e. Em payîzê mehekê li mala xwe rehet rudinin. Ji bilî wê ji bo me zehmet e.”
 
‘Hemû bar li ser milê jinan e’
 
Ayşe Kaymaz diyar kir ku jinên koçer zehmetiyên mezin dikşînin û wiha domand: “Li vir her bar li ser jinan e. Karê malê, riya koçberiyê, çêkirina xurekan, bi keda jinê dibe. Mêr tenê şivaniyê dikin, pez didoşin. Karê din hemû li ser milê jinan e.”