Li Stenbolê Newroza 'Azadî û Demokrasiyê'
- 10:15 22 Adar 2026
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê Newroza “Azadî û Yekitiya Demokratîk” bi tevlîbûna milyonan kesan pêk hat. Di pîrozbahiya Newrozê de peyamên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekitiya demokratîk hatin dayîn.
Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya ku îsal bi dirûşmeya, “Azadî û Yekitiya Demokratîk” hat lidarxistin. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî, al û filameyan kesk, sor û zer tev li pîrozbahiyê Newrozê bûn. Pîrozbahî ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.
Girse li qadê dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” berz dike. Qada Newrozê bi dengê dirûşman olan da û bi rengên ji hev xweşiktir xemilî. Pêştî Koma Ribabê derket ser dikê, bi hezaran kes govend gerand. Coşa pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê ku li Qada Yenîkapiyê tê lidarxistin, her ku diçû zêde dibû.
Bi destpêkirina bernameyê re dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre jî koma dahol û zirneyê li ser dikê cihê xwe girt. Girseyê, demekî dirêj govend gerand. Li qadê pankartên mezin ên bi nivîsa “Emperyalîzm dijminê sereke ye, gel xwişk-bira ne” û “Bijî azadî, bimire koletî” hatin hilgirtin.
Rêya siyaseta demokratîk
Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan di pîrozbahiyê de axivîn. Arîfe Çinarê got: “Ez bejna xwe li ber coş û kelecana we ditewînim. Ev qad, îro ji ber têkoşîna we tije ye. Newroza we pîroz be.” Bi domdarî Arîfe Çinarê, anî ziman ku îro ji ber têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd pêşiya mercên jiyaneke wekhev û azad vebûye û got: “Yê ku ev pêk anî jî birêz Ocalan e û Newroza wî pîroz be. Modela çareseriya demokratîk ew e ku gel û jin di şertên wekhev de bijîn. Dema em li pêvajoya salek û nîve didome dinêrin, dibînin ku gaveke şênber nehatiye avêtin. Heke îktîdar û dewlet jidil bin, bila demildest gavên şênber biavêjin. Gelê Kurd heqîqeta xwe dît. Birêz Ocalan rêya siyaseta demokratîk vekir.”
Li Stenbolê agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Çetîn Arkaş, aktivîstên TJA Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel û Hevdervka HDKê Meral Daniş Beştaş ve hat pêxistin.
Jiyana azad a li ser bingeha wekheviyê
Di pîrozbahiyê de danezana hevpar a Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê hate xwendin. Di danezanê de gel hate silavkirin û Newroza hate pîrozkirin û hat gotin ku Newroz, ne tenê hatina biharê lê di heman demê de serhildana li dijî zilmê, kedxwarî, zext û înkarê ye. Bi domdarî îşaret bi şerên li Rojhilata Navîn û êrişên ser Rojava hate kirin û hate gotin ku pêdiviya vê xakê ne bi zêdetir bombebaran, gef û êrişan lê pêdiviya wê bi wekheviya gelan, aştî û azadiyê heye. Êrişên li dijî Sûriyeyê li dijî Elewiyan hatin bibîrxistin û hate gotin ku divê tu gel û bawerî nebin hedef û ew vê qebûl nakin. Her wiha bertek nîşanî êrişên ser Rojava da û hate gotip ku ew li dijî êrişên ser têkoşîna hevpar, jiyana demokratîk a li ser bingeha wekheviyê û azadiyê ne. Hat destnîşankirin ku êrişên emperyalîst ên li dijî Îranê herêmê ber bi şerekî mezintir û bêîstiqrariyeke mezintir dibe. Bi domdarî wiha hate gotin: “Li Rojhilata Navîn çareserî, di tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan, wekhevî û xwişk-biratî ye.” Her wiha îşaret bi xizanî, kedxwarî, bêkarî, krîza aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê hate kirin û hat gotin ku çavkaniyên cemaweriye pêşkeşî komeke sermayedar tên kirin. Bi domdarî zext, mudaxileyên li dijî îradeya gel, rejîma qeyûm û hwd. hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Demokrasî, naskirina îradeya gel, azadiya xwebirêxistinkirinê, hemwelatiya wekhev û parastina jiyana civakî ya li dijî rejîma zextê ye.” Di danezanê de hate destnîşankirin ku têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jnan û têkoşîna kedkar û karkeran ji hev cuda nînin û hate gotin ku dê serî li ber serweriya mêr, tundî, paşverûtî û polîtîkayên jiyana jinan dorpêç dikin netewînin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Tu tarîtî bêdawî nînin. Agirê Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq hilkirî îro rêya me ronî dike. Ev agir, li dijî şer aştiyê, li dijî kedxwariyê kedê, li dijî înkarê wekheviya gelan û li dijî paşverûtiyê jî agirê azadiyê ye. Em ê berxwedan û hêviya Newrozê mezin bikin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin. Em ê bi hev re bi ser kevin.”
Ji Abdullah Ocalan peyam
Her wiha li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz (Egîd) û Çiyager hatin vekirin. Pîrozbahî, bi derketina ser dikê ya hunermend Suavî domiya. Suavî, bertek nîşanî êrişên ser Rojava da. Suavî, piştre bi stranên xwe coşa girseyê mezintir kir.
Piştre jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê şandibû hate xwendin. Kurdiya peyamê ji TJA’yê Hatîce Şahîn û ya bi Tirkî jî ji Buroya Hiqûqêya Asrinê Rezan Sarica xwend.
'Bi rûmet û azad bijî'
Piştî xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çetîn Arkaş ku demekê di girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mabû û piştî 30 salên li girtîgehê hatibû berdan jî di Newroza Stenbolê de axivî. Çetîn Arkaş anî ziman ku dem dema aştiyê ye û wiha got: “Divê em di aştiyê de jî wekî ku em di şer de wêrek bûn, wêrek bin. Ev meydan yek ji meydanên herî xweşik û qerebalix e ku îradeya gelê Kurd nîşan dide, ku hebûna xwe bi awayekî bêveger îdîa kiriye û bi biryar e ku bi rûmet û azad bijî. Hemû aliyên Kurdistanê ev îrade bi awayê herî xurt qîr kirine û diqîrin. Nasnameya Kurd, bi welatê xwe re, niha rastiyek diyarker e, nayê vegerandin. Kurd niha xweser in. Ew li her derê xweser in. Li welatê xwe, li metropolan û li dîasporayê! Û niha ew hêzek siyasî ya biryardar in. Kesên ku dixwazin li Tirkiye û Rojhilata Navîn gotinek bikin, nikarin vê rastiyê paşguh bikin. Tiştê ku qewimî û tiştê ku wê bibe delîla herî mezin a vê yekê ye. Bi vê boneyê, em spasiya xwe ji Rêber Apo, şehîdên me û xwendekar, dost û gelê me yê dilsoz ê Rêber Apo re diyar dikin ku gelê Kurd gihandine vê astê."
'Di navbera gelan de pireke biratiyê ava bikin'
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel di pîrozbahiyê de axivî û got: "Wekî TJA, wekî jinên Kurd, em li vir soz didin; em ê azadiyê ava bikin. Em ê sosyalîzma demokratîk ava bikin. Em ê li dijî şeran parastina aştiyê, li dijî zilmê bisekinin û ji bo wekhevî û biratiya gelan parêzvaniyê bikin. Em şayanê jiyaneke xweşik in. Em ê pêşengên vê pêvajoyê bin. Em ê avaker bin. Û ev têrê nake; em ê hevaltiyên xwe bidin aliyekî û bibin hevalên azadiyê. Em ê azadiyê ava bikin. Hûn bi me re ne? Hûn amade ne ku Newrozê ya din bikin Newrozeke azadiyê? Erkên dewletê hene. Divê ew tavilê rê li ber siyaseta demokratîk vekin. Divê garantiyên qanûnî werin bicîhanîn. Em ji hikûmet û partiyên siyasî re dibêjin: em dixwazin di cejna bê de bi hevalên xwe re hevdîtin bikin. Em dixwazin bi kesên ku ji gerîla tên re hevdîtin bikin. Em dibêjin, gavên qanûnî bavêjin. Em dixwazin li cihekî ku li Rojhilata Navîn şer û pevçûn heye aştiyê ava bikin. Em dixwazin di navbera gelan de pireke biratiyê ava bikin.”
Li Stenbolê daxwaza demokrasiyê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku pêşeroja welat ne bi dijminatiyê lê bi aştiyê û demokrasiyê ava dibe û axaftina xwe wiha domand: “Daxwaza aştiyê ya Amedê û daxwaza demokrasiyê ya Stenbolê yek e. Selahattîn Demirtaş, Figen Yuksekdag, Ekrem Îmamogulu û hemû girtiyên siyasî divê bên berdan. Bê hiqûqî divê bi dawî bibin. Em Newroza Ayşe Gokkan û hemû girtiyên siyasî pîroz dikin.” Tulay Hatîmogullari, Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pîroz kir û got: “Perspektîfa demokratîkbûyina Rojhilata Navîn û aştiyê birêz Ocalan nişan dide. Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk werin. Em Newroza birêz Ocalan jî pîroz dikin û daxwaza azadiya birêz Ocalan careke din tînin ziman. Em ji xwe bawerin, siyaseta xwe bawerin û ji we bawerin. Ji bo demokrasî û aştiyê têkoşîna me dê bidome.”
'Em çiqas bixebitin em ê ew qas bi serbikevin'
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî derket ser dikê Newroza gel pîroz kir û ev yek anî ziman: “Li erdnîgariya me geşedanên dîrokî diqewimin. Gelê me jî di nav van geşedanan de berxwedaneke dîrokî didin. Îro ruhê Kawa derketiye qadan û dîrokê ji nû ve dinivisînin. Newroz îro bûye pîrozbahiya gelan. Hezar caran silav ji berxwedana we re. Bila Kurd bi Kurdbûna xwe, Tirk û hemû gel û netew bi nasname û baweriya xwe hebin. Lê bila hemû bi awayekî wekhev bi hev re bijîn. Em ê bi hev re mil bi mil bitêkoşin. Em çiqas bixebitin em ê ew qas bi serbikevin. Şûna birêz Ocalan ne girtîgeh e li rex gelê xwe ye. Bi milyonan kes daxwaza azadiya birêz Ocalan dikin. Her wiha di girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî hene. Em hemûyan re azadiyê dixwazin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û ew sepanên li dijî hiqûqî bi dawî bibin. Stenbol bajarê herî mezin a Kurdan e. Werin em li vir bi hev re aştî û demokrasiyê ava bikin. Hevşeredarê Stenbolê girtiyê. Em dibêjin bila ew bê hiqûqî jî bi dawî bibin Stenbolê yên Stenbol hilbijartiyê bi rê ve bibin, Mêrdînê jî yên Mêrdînê hilbijartiyê bi rê ve bibin.”
Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed berdewam kir.







