Newroza Bursayê: Deriyên Îmraliyê vebikin

  • 13:01 22 Adar 2026
  • Rojane
BURSA- Di pîrozbahiya Newrozê ya Bursayê de di axaftinên hatin kirind e balkişandin ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û banga ‘Deriyên Îmraliyê vebikin’ hat kirin.
 
Li navçeya Yildirim a Bursayê pîrozbahî li Bazara Arabayatagi hat lidarxistin. Bername bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Dema xwendina marşa “Çerxa Şoreşê” girseyê dirûşmên"Şehîd namirin", "Jin, jiyan, azadî" berz kir.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu di destpêka axaftina xwe de Newroza girtiyan pîroz kir û got: “Bursa bajarekî karkeran û Kurdan e, em ê azadiyê bi têkoşîna hevpar bi serkevin.”
 
Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik jî bang li dewletê kir û got: “Deriyên Îmraliyê vekin û bi rêzdar Ocalan re muzakereyan bidomînin. Heger hûn Kurdan qebûl bikin, wê demê aştî pêkan e.”
 
Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan ji aliyê Hevseroka OHD’ê ya Bursayê Ayşe Batumlu Kaya ve hat xwendin. Hunermend Mazlum Peyan û Hediye Kalkan derket ser dikê û sed hezaran govend gerand. Agirê Newrozê ji aliyê ciwanan ve hate vêxistin û pîrozbahî bi govendî ve bi dawî bû.