Li Erexê meclîsên komunên gund yên jinan tên avakirin
- 09:04 3 Nîsan 2026
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
RIHA - Jinan balkişandin ser girîngiya meclîsên komunên gund yên jinan ku li Erexê tên avakirin û wiha gotin: “Em dixwazin jiyana komunal li vir ava bikin. Di vî alî de banga serok ji bo me bi nirx e. Divê meclîs li vir bi sînor nemînin. Divê li her derê bên avakirin.”
Paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistiye bandora xwe ne tenê li ser Kurdistanê li ser hemû Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Piştî banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir,şûnde di peyamên hatin şandin de li ser avakirina girîngiya meclîsên komun sekinî. Diyar kir ku ev meclis dê bibin hîmê civaka demokratîk.
Di vê çarçoveyê de nîqşaên der barê avakirina meclîsên komun de didomin. Yek ji cihên ku ev nîqaş tên meşandin û heta dest bi amadekariyên meclîsên komun hatiye kirin gundê Erex yê wek sosyalîst tê zanîn e. Jinên gundê Erex yên Xelfetiya Rihayê, hewl didin projeya xwe bi fikr û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş bixînin.
Jinan der barê projeyê de ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Serok bi daxuyaniyên xwe sosyalîzm li vir da runiştandin’
Nahîde Saglamca der barê gundê Erex de agahî da û got: “Ev gundekî sosyalîst e. Min xwe dît nedît ev wisa tê zanîn. Di vî alî de me kesayeta xwe dît. Bi vê re jî em ber bi fikr û nêrîneke din ya dijber an jî rast ve neçûn. Terza jiyana li gund û fikr û nêrîn em ber bi sosyalîstbûnê ve bibirin. Em xwe wisa heyî dikin. bi daxuyaniyên serok re me sosyalîzm da runiştandin. Di vî alî de meclîs û komun wê hîn bêtir bên runiştandin.
‘Meclîsên jinan bila li hemû gundan bên runiştandin’
Nahîde Saglamca destnîşan kir ku fikra meclîsa komuna gund li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi teşe bûye û wiha dirêjî dayê: “Em ê li gund meclîsên jinna ava bikin û em pirsgirêkên jinan yên aborî û yên din nîqaş bikin. Em dixwazin jinan bikşînin nava têkoşînê û di civakê de hişmendiyê ava bikin. Em dixwazin terza jiyana komun li vir bi jinan re bidin runiştandin. Serok gelekî li ser jiyana komunal disekine. Em jî vê bi nirx dibînin. Em naxwazin jiyana li gund wek jiyana bajar be. Em dixwazin mirov li vir bi jiyana komunal bibin alîkarên hev. Di vî alî de xeta serok ji bo me bi nirx e. Em dixwazin meclîsên jinan li hemû gundan bên avakirin.”
‘Me bi fikrên serok re projeya xwe aktîf kir’
Fatoş Durmuş jî da zanîn ku avakirina meclîsên komun girîng e û wiha bi lêv kir: “Em dixwazin jin di civakê de derkevin pêş û ji bo jiyaneke azad pirgirêkên xwe bi hev re parve bikin û çareseriyê pêk bînin. Ji bo vê jî em dixwazin meclîsan ava bikin. Berê jî me biryarek wisa girtibû. Lê li vir me projeya serok bihist û me fikrên xwe hîn bêtir aktîf kirin.Divê ev proje bi vir sînor nemîne. Divê li her bajar û bajarokî hebe. Ji bo jin xwe xurt hîs bikin divê ev meclîs li her derê bên avakirin.”







