18'emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê dewam dike
- 13:20 3 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsan ku her sal bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, îro di roja xwe ya duyem de bi pêşbaziyên werzîşî didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 18’emîn Mîhrîcan Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsan ku her sal bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, îro di roja xwe ya duwem de bi pêşbaziyên werzîşî didome.
Pêşbaziyên werzîşî îro serê sibehê li sahaya 4’ê Nîsanê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên doza azadiyê destpê kir.
Pêşbaziyên werzîşî yên wek bilind avêtin, dirêj avêtin, beza meraton, beza 100 metrî, 400 metrî û bisiklêtê di navbera xwendevanên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî de hatin lidarxistin.
Herî dawî kesên di van pêşbaziyan de bûn yekemîn, duyemîn û sêyemîn hatin xelat kirin.
Tê payîn ku mîhrîcan sibe danê siharê bi çandina daran û şahiyekê dewam bike.







