Li Amarayê peyama 'Bijî Serok Apo'

  • 15:34 4 Nîsan 2026
  • Rojane
RIHA - Bi hezaran welatiyên ji bo rojbûna 77'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn Amarayê, bi coşeke mezin pîrozbahî li darxistin. Pîrozbahî bi stran, gerandina govendan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.
 
Rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hezaran ve li mala Abdullah Ocalan jê ji dayikbûyê ya gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê hat pîroz kirin. 
 
Xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê jê ji dayikbûyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hat xemilandin. Her wiha girseyê pankarta li ser, “Bi Rêbertiya azad ber bi yekitiya neteweyî ya Demokratîk ve” dinivsî hilgirtin û wêneyên Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ku di 4'ê Nîsana 2009'an de di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di encama êrişa cendermeyan de hatibûn qetilkirin rakirin.
 
Pîrozbahî bi axaftina Çetîn Arkaş ku demekê li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hev re mabûn û piştî 30 salan hatibû berdan ve berdewam kir. Çetîn Ardaş dema dest bi axaftinê kir girsê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
 
Çetîn Arkaş di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha axivî: “Rojbûna Serokatî rojbûna gelê Kurd e. Em jî li vir heta girava Îmraliyê Rojbûna Serokatî pîroz dikin. Weke tê zanîn li vir Gobeklîtepe heye û ew der weke noktayê sifirê yê dîrokê ye. Ew der jî noktayê sifirê yê gelê Kurd e. Rêber Apo dema qala dîroka xwe dike dibêje; Extiyarekî ji min re got Kurd dara hişk e xwe pê re mijûl neke.’ Lê niha ew dara hişk, şîn bûyê û bûye daristanek. Ji berê Kurd tenê civakeke malbatî û aşîr bûn. Nakokiyên mezin di navbera Kurdan de hebûn. Di dîrokê de jî mînakên vê hene. Lê îro Kurd ji malbatî wêdetir bûn neteweyek.”
 
Aktivîsta TJA'yê Adalet Fîdan di pîrozbahiyê de axivî, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em li vir daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Em ê jî ji bo avakirina jiyana komînal tax bi tax, mal bi mal rêxistin û berxwedana xwe mezin bikin. Heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk nayê roj ji me re tune ye. Em ê ji bo mezinkirina rêxistina xwe têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî xêrhatina mevanan kir û ev tişt gotin: “Em li mala Serok rojbûna wî pîroz dikin. Ji niha û şûn ve divê em têkoşîna xwe mezin bikin û Serok li wir derxînin û bînin nav gele wî. Rewşa Serok li wir xeter e. Divê em niha şûn vê xebata xwe li ser azadkirina Serok mezin bikin. Ez gotineke Serok jî parve bikim; Serok got ku, ‘Divê ji niha şûn ve hemû rêxistin û saziyên me xebatên xwe bi Kurdî bikin. Siyasetmederên me yên Kurd dema hatin vir divê Kurdî biaxivin. Bi tenê çend gotinan Kurdî û piştre jî bi Tirkî axaftin nabe. Rojbûna Serok ji me hemûyan re pîroz be.”
 
Piştî axaftinan welatiyekî helbesta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivisî bû xwend û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kir. 
 
Girsê bi gerandina govend û berzkirina dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” bi coşeke mezin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de pastayeke sembolîk a hatibû amadekirin jî hat birîn. Pîrozbahiya rojbûnê bi berzkrina dirûşmeyan û gerandina govendan bi dawî bû.