UNICEF: Li Lubnanê di hefteyekê de 59 zarok hatin kûştin

  • 11:54 14 Gulan 2026
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF'ê ragihand ku tevî agirbestê jî di hefteya borî de herî kêm 59 zarok li Lubnanê hatine kuştin an jî birîndar bûne.
 
Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku tevî agirbesta hatiye ragihandin jî, lê di hefteya borî de 59 zarok li Lubnanê hatine kuştin an jî birîndarkirin.
 
UNICEF'ê bi bîr xist ku ji qurbaniyan, 2 zarok û dayika wan di êrîşa îro ya li dijî erebeyekê de hatin kuştin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji destpêka agirbestê ve 23 kes hatine kuştin û 93 kes birîndar bûne.
 
UNICEF'ê da zanîn ku ji 2'yê Adara îsal ve nêzî 200 kes hatine kuştin û 806 kes birîndar bûne û diyar kir ku rojane nêzî 14 zarok tên kuştin an birîndarkirin.
 
Rêveberê Herêmî yê UNICEF'ê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê diyar kir ku li şûna zarok werin kuştin an birîndarkirin divê herin dibistanê. Her wiha bal kişand ku nêzî 770 hezar zarok bi zextên derûnî yên wekî fikar, xewnên tirsnak û depresyonê re rû bi rû ne. Rêjeya tirsê di nava zarokan de gihîştiye ji sedî 72’yan û ya depreyonê jî gihîştiye ji sedî 62’yan.
 
UNICEF'ê bang kir ku divê tedbîrên lezgîn werin girtin û xizmetên piştgiriya psîkolojîk ji bo zarokan berfireh bikin, qanûna mirovî ya navneteweyî yên agirbest û parastina sivîlan werin bicihkirin. Pêdiviyên mirovî yên heyî ji derfetên li ber dest zêdetir in.