ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2026'AN
- 09:00 26 Tebax 2026
- Rojev
*Endama Koordînasyona Îştarê Arzû Îlhan ,piştî derketina qanûnê û vegera kesen ku di wargeha Penaberan a Mexmûrê de dimîn axivî û wiha got: “Veger wê bi biryara Reber Apo û bi plansaziya wî çebibe. Biryara Rêber Apo bide, rebaza Rêber Apo beje, em ê hemû wek kesên wargehê wekî gotina wî tevbigerin.” DÎMEN HEYE
*Hevseroka berê ya DAD'ê, Kadriye Dogan bal kişand ser wê yekê ku ji 22 jinên di Meclîsa Gelê Sûriyeyê de 15 ji aliyê Ahmed El-Şara ve hatine tayînkirin û diyar kir ku Meclîs ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û avakirina jiyaneke hevpar a di qada giştî de xwedî hêz nîne.
DÎMEN HEYE
*Jinên ku beşdarî şîna ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bûn gotin, "Şehîd dilê me diêşînin, lê di heman demê de em bi wan serbilind in. Dema ku em şîna wan digirin, em bawer dikin ku mîrateya ku wan ji me re hiştine dê me bi aştiyê tacîdar bike."
DÎMEN HEYE







