Ji DBP'ê ji bo meşa 1'ê Îlonê bangawazî

  • 14:00 29 Tebax 2026
  • Rojane
AMED - Rêxistina DBPê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji bo tevlibûna meşa 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bangawazî kir. Bang li gelê Amedê hat kirin ku di 1'ê Îlonê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, ji bo azadiya gelê Kurd û aştiyeke mayînde biherikin qadan û dengê xwe bilind bikin.
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, dê bi dirûşma “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve” meşek were lidarxistin. Meş dê saet di 18:00an de li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Rezanê dest pê bike û heta Plazaya AZCê ya Semta Ofîsê ya Amedê berdewam bike.
 
Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji bo meşa 1'ê Îlonê li ber avahiya xwe daxuyanî da û banga tevlibûna meşê kir. Endam û rêveberên DBPê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bangawaziyê bûn.
 
Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût ji bo tevlibûna meşa 1ê Îlonê bang li gel kir û ev tişt vegot: “Gelê Amedê hêja û bi rûmet di 1ê Îlonê de ji bo aştiyek mayînde ji bo civakeke demokratîk em ê bi dirûşma ‘Bi Rêbertiyeke azad ber bi aştiyê ve’ meşekî li dar bixin. Meş di saet 18.00'an de li ber avahiya Rêxistina navçeya Rezanê ya DEM Partiyê dest pê bike heta ber Plazaya AZC'ê ya semta Ofisê bidome. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo aştiyeke mayinde, em biherikin qadan û dengê xwe bilind bikin.”