Komîsyonên heqîqet û edaletê
- 09:03 10 Tîrmeh 2026
- Jineolojî
"Perspektîfa ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan û xebatên wî vê rastiyê nîşan didin. Tecrubeyên jin û gelên cîhanê jî nîşan dide ku bawerî bi hêzên dewletê nayê kirin. Serkeftina aştiyê û çareseriya pirsgirêka jin û civakê ancax bi pêşengiya tevgera jinan ji aliyê civaka demokratîk ve dikare pêk bê."
Akademiya Jineolojiyê
Bêyî pêvajoyên heqîqet û lêgerîna edaletê ya ku jin û hemû aliyên civakê dihewîne, sedemên şer û pevçûnan neyê çareserkirin, jiyanek hevpar a aştiyane û demokratîk ne pêkane. Bi vî awayî wê newekhevî û bêdadî bidome, bibe çavkaniya şer û pevçûnên nû. Yek ji rêbaza avakirina aştiyê lêgerîna edalet û heqîqet akolektîfe. Divê heqîqet derkeve holê, gumanbar bên darizandin, hesab bê pirsîn. Di vî alî de divê komîsyonên heqîqet û edaletê bên avakirin.
Li gorî daneyên NY’ê heta 2015’an de li seranserê cîhanê li herêmên pevçûnê bi giştî 34 komîsyonên heqîqetê hatine avakirin. Lê asta tundiya sîstematîk a zayendî û rastiya jinê pir kêm derketiye holê. Li welatên wek welatên Nepal, Srî Lanka û gelekên din endamên komîsyonê ji aliyê hikûmetê ve hatine peywirdarkirin. Pêşî li tevlibûna jinan hatiye girtin. Li Kolombiyayê encama têkoşîna jinan de di komîsyona heqîqetê de 5 jin û 5 mêrî cih girt lê encama hêvî dikirin bi dest nexistin. Dozên jinan baş nehatin şopandin û nirxandin. Hemû cureyên tundiyê wek teşeyê tundiyê bi navkirin.
Li Başûrê Afrîkayê Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê di 1995’an de hat avakirin û komîsyona rayeyên efû, hiqûqê û lêpirsînê dihewîne. Ev rêbaz li welatên din jî ji bo komîsyonan bû model. 46 sal piştî hovîtiya mezin rûhevhatin zehmet bû. Di pêvajoyê de têgehên edaletê hatin pêşxistin. Jin jî bi aktîf tevli pêvajoyê bûn. Tevgera Jinan a Başurê Afrîkayê pevajo ji nêz ve şopand û jinên reşîk xwedî zanîna polîtîk û dîrokî bûn. Heman demê de ji îşkenceyên giran derbas bibû. Lê serlêdanan jinan a ji bo komîsyona ji mêran pêk dihat kêm bû. Ji ber vê jî komîsyonên xweser yên jinan hatin avakirin. Bi vî awayî tevlibûna jinan gihişt ji sedî 56’an.
Tecrubeyên li 34 welatan nîşan dide ku di komîsyonan de jin bi bandor nînin û tenê bi rêya têkoşîna tevgera jinan tevli dibin. Dema jin bi fermî cih bigirin jî nêzîkatiyê komîsyonan bi rehabilîtasyon, psîkolojîk û hiqûqî sînor maye. Her wiha di mijara polîtîkayên li dijî tundiya zayendî jî qels mane. Li welatên wek Nepal, Kolombiya û Fîlîpînê tevgerên jinan xebatên edaletê yên civakî meşandine. Di bin navê ‘maseyên aştiyê yên jinan’ de civîn pêk anîne û vî awayî nêrîna ji bo aştî û edaletê nîqaş kirine tecrubeyên xwe parve kirine.
Ferzkirina têkoşîneke civakî
Têkoşîna jinan a aştî demokrasî û azadiyê, têkoşînek civakî û polîtîk e. Ji bo serkeftina vê têkoşînê sekneke piştevaniyê ya jinan û rêxistinbûn hewce dike. ji bo çareserî û aştiyê têkoşîna jinan di sê astê de dertê holê:
* Di pêvajoyên nîqaşkirian tecrubeyên kolektîf yên jinan û xwegîhandin pêvajoyên muzkareyê de, ji bo nûneriy amekanîzmayên biryar û komîsyonê di esasa wekheivya zayenda civakî de pêk bê têkoşîn.
* Di peymanên aştiyê de, biryaran de û qanûnan de, ji bo daxwazên tevgerên azadiyê û jinan bikevin jiyanê têkoşîn.
* Ji bo krîter û naveroka peymanên aştiyê pêk bên û sazî û qanûn bikevin jiyanê têkoşîn.
Bê guman têkoşîna jinan di vê pêvajoyê de girîng e. Di pêvajoyên aştiyê de jin bi çalakiyên xwe ji bo pevajoyê xwe amade dikin. Înîsiyatîfên hevpar yên jinên Protestan û Katolîk yên Bakurê Îrlandayê, li dijî dagirkirina Israîlê ya sala 1988’an avakirina însiyatîf û torên jinên reşik, di 1991’ê de li Yoguslavyayê çalakiyên jinan yên li dijî şer, li Çeçenîstanê çalakiyên dayikên Rûs yên li dijî şer, li Tirkiye û Kurdistanê Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê çend ji van mînakan e. Çalakî û tevgera wan hêvî û enerjî da. Aktîvîzma polîtîk, civakî û çandî ya jinan xurt bû. Tecurubeyên li welatên din, di astê yekem û duyem de zehmetiyan bikşînin jî zehmetiya mezin di asta sêyemîn de derketiye holê. Di vê pêvajoyê de hêzên dewletê û modernîteya kapîtalîs ji bo civaka têk bibe, polîtîkayên şerê taybet xistine dewrê.
Bi taybet di rastiya Sêyemîn Şerê Cîhanê de pir zelal tê dîtin ku rêbazên edalet û aştiyê yên hiqûqa navnetewyî û saziyên NY’ê îflas kirine. Dewlet û hêzên sermayê yên hegemonîk li hember civakan şer û komujiyên girseyî dimeşînin. Hevdîtin û peymanên aştyê jî bi armanca têkbirina rakîban wek rêbaza şer tê bikaranîn.
Lêkolînerên aştiyê Thanîa Pafflenholz diyar dike ku paredîgma aştiyê û pergala ewlehiya navneteweyî têk çûye. Ji ber vê jî jin di pergalek şikestî de entegrekirin bi tena serê xwe fêdeyê nade. Divê bibin hêza pêşeng û rêxistinkirî.
Perspektîfa ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan û xebatên wî vê rastiyê nîşan didin. Tecrubeyên jin û gelên cîhanê jî nîşan dide ku bawerî bi hêzên dewletê nayê kirin. Serkeftina aştiyê û çareseriya pirsgirêka jin û civakê ancax bi pêşengiya tevgera jinan ji aliyê civaka demokratîk ve dikare pêk bê.
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi srenavê 'Tecrubeya tevgera azadiya jinên Kurdistanê’ bê weşandin.
Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosya 'Jjin û aştî’ ya Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.







