Lîstikvanên jin ên Îranî piştgirî dan xwepêşandanan
- 14:24 8 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî kuştin û girtina xwepêşandêran a li Îranê du lîstikvanên jin ên Îranî xwe ji Festîvala Fîlman a Fecir vekişandin.
Piştgiriya ji bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û nerazîbûna li dijî qetilkirin û girtina xwepêşanderan dewam dikin. Bi taybetî li qada hunerê di asteke diyar de xwedîderketinek li xwepêşandan û xwepêşandêran heye.
Di heman çarçoveyê de 2 lîstikvanên jin ên Îranê Huda Zeyn Abdîn û Sara Esedullahî li ser rûpela xwe ya medya dijîtal ragihandin ku xwe ji Festîvala Fîlman a Fecr vekişandine ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê lidarxistin.
Huda Zeyn Abdîn li ser rûpela xwe ya înstagramê peyamek belav kir û got: “Ev biryar rêzgirtineke ji bo malbat û dayikên xemgîn ên ku li benda vegera zarokên xwe ne ye. Atmosfera xemgîn a heyî ji bo pîrozbahiyê ne guncawe. Ez hêviya rojên baştir dikim.”
Derhênera belgefîlman û lîstikvan Sara Esedullahî jî li ser rûpela xwe ya înstagramê peyamek belav kir û got: “Biryara min rêzgirtina li dayikên xemgîn û xwîna ku hatiye rijandin û her wiha li ciwanên ku mezin dibine. Ez ne alîgirê gelim, ez gel bi xwe me.”
Her wiha yek ji lîstikvanên bi nav û deng ên sînemaya Îranê û xwediya xelata Sîmûrg a Krîstal a Mihrîcana Fîlman a Fecr Elnaz Şakerduşt, weke berteka zextên li dijî xwepêşandanên li Îranê, beriya heftiyekê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagramê de parvekirinek kir û diyar kir ku bi fermî ji sînemaya Îranê vekişiyaye.
Elnaz Şakerduşt di parvekirina xwe de ev tiş got: “Ruhê min nikare vê trajediya dîrokî ya tirsnak û sûcdar tehemul bike. Ez lîstikvanim, ez bi hemû beden, hestî û nefesa xwe fêr bûm karekterên din bijîm lê belê vê carê ez li cihê 40 hezar welatayên xwe mirim. Li cihê her hezkiriyên xwe, li cihê ferdên malbatê, bi parçebûnê hatim kuştin. Êdî mirovbûn jî ne daxwazake.”
Elnaz Şakerduşt di axaftina bi telefonê ya ku jê re gotin wê Mihrîcana Filman a Fecr were lidarxistin û dê xelata Sîmûrg bigre bi bîr xist û got: “Ez diqîrim, ez şîna hezkiriyên xwe digrim. Kîjan mihrîcan, kîjan pîrozbahî? Ne ez beşdarî pîrozbahiyek dibim, ne jî di xaka ku bêhna xwînê jê tê de rol bilîzîm. Ev jî rola min a sereke ye.”
Festîvala Fîlman a Fecr a Îranê, di demek ku roj bi tepisandina bi awayek bi xwîn a xwepêşandanan derbas dibin û hejmarek zêde sînemager mihrîcanê boykot dikin de tê lidarxistin.
Di nava fîlmên di Festîvala Fîlman a Fecr de, fîlma bi navê ‘Arambakhsh’ cih digre. Di vî fîlmî de sînemager Cevad Gencî ku di xwepêşandanên dawî de jiyana xwe ji dest da, weke alîkarê yekem ê derhênerê fîlm cih girtibû.
Derhêneriya fîlm Saîda Zamanyan kiribû, di kadroya lîstikvanan de Elnaz Şakerduşt, Hasan Purşîrazî, Saber Ebr û Behnaz Caferî cih girtibûn.
Hêjayî gotinêye ku Festîvala Fîlman a Fecr a Îranê her sal ji 12’yê Sibatê heta 22’yê Sibatê tê lidarxistin. Ji sala 1982’an vir ve, 44 caran Festîvala Fîlman a Fecr li parêzgeha Tehranê hatine lidarxistin. Festîval, ku ji aliyê Enstîtuya Fîlman a Farabî ve di bin sîwana Wezareta Çandê ya Îranê de tê lidarxistin, wekî pêşbirka fîlman a herî bi prestîj û girîng a Îranê tê hesibandin.







