Bernameya Komploya 15’ê Sibatê diyar bûn
- 13:36 13 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya 15’ê Sibatê Navneteweyî dê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxuyanî û bi meşan ve bê protestokirin.
Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete sala 27’an. Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk û partiyên siyasî dê di 15’ê Sibatê de li bajarên Kurdistan û li Tirkiyeyê bi meş û daxuyaniyan ve komployê bê protestokirin. Meş dê li hemû bajaran bi dirûşma “bi ronahiya heqîqetê ve ber bi azadiyê ve” saet di 18.00’an de bi ronahiyên telefonê bê lidarxistin.
Navên hinek bajarên ku dê meş û daxuyanî lê bê lidarxistin wiha ne:
“EDENE: Dê li taxa Dalioglû, ji Yenîlyolê heta xaçerêya Karasu meşê be lidarxistin.
HATAY: Dê li Îskenderûn li AKAD’ê bi beşdariya parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Suzan Akîpa civînê bê lidarxistin.
MERSÎN: Dê li Parka Barişê ya li navçeya Akdenîzê meşê bê lidarxistin.
ANTALYA: Dê li pêşberî avahiya DEM Partiyê ya Kepezê daxuyaniyê bê dayîn.
ŞIRNEX: Dê li Parka Botaşê ya li navçeya Cizîrê meşê bê lidarxistin.
ŞÊRT: Dê li taxa Congbayirê meşê bê lidarxistin.
ÊLIH: Dê ji Kolana Hunerê heta Parka Yilmaz Guney meşê bê lidarxistin.
DÊRSIM: Dê li Kolana Hunerê daxuyaniyê bê dayîn.
AMED: Dê rêxistinên ciwanan panel li dar bixin. (10.00)
Dê ji ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Koşuyuloyê heta Qada Îstasyonê meşê bê lidarxistin. (18.00)
ÇEWLÎG: Dê li Qada Bajêr daxuyaniyê bê dayîn.
STENBOL: Dê li Qada Aksarayê meşê bê lidarxistin.
MÊRDÎN: Dê li ber avahiyên DEM Partiyê yên hemû navçeyan bi ronahiyên telefonê ve meşê bên lidarxistin.
ÎZMÎR: Dê li taxa Çîmentepe ya Konakê li pêşberî Qehwexaneyan; li Bayrakliyê li Cihê Bazarê ya Nafîz Gurman; li Torbaliyê li taxa Ataturk; li Menemenê li Parka Asarlik Demokrasî daxuyaniyên bê dayîn.
AYDIN: Dê li Qada Bajêr daxuyaniyê bê dayîn.
ENQERE: Dê li Kolana Sakaryayê daxuyaniyê bê dayîn.
ESKÎŞEHÎR: Dê li pêşberî avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn.
RIHA: Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li Parka Alîşellî heta Qada Topçu meşa bi meşale dê bê lidarxistin.
DÎLOK: Dê li pêşberî avahiya DEM Partiyê cîvenekî girseyî bê lidarxistin.
SEMSÛR: Bi pêşengiya DEM Partiyê dê li Parka Koşu meşê bê lidarxistin.
WAN: Dê ji ber Gunpar AVM heta Parka Musa Anter meşa bi meşale bê lidarxistin.
COLEMÊRG: Dê li navçeyên Gever, Şemzînan û li navenda Colemêrgê meşên bi meşale bên lidarxistin.
ÎDIR: Dê ji ber avahiya DEM Partiyê heta navenda bajêr meşê bê lidarxistin.
MÛŞ: Dê ji qada Fîdanlik heta Saglik Ocagi meşê bê lidarxistin.
AGIRÎ: Dê ji kutupxabeya kevin heta Cadeya Cumhuriyetê meşê bê lidarxistin.
ERZIROM: Dê li avahiya DEM Partiyê sînevîzyon bê nîşandan û piştre li Qada Mahallebaşiyê daxuyaniyê bê dayîn. (13.00)
BEDLÎS: Dê li Sûka Bajêr meşa bi ronahî bê lidarxistin.
QERS: Dê li pêşberî avahiya DEM Partiyê daxuyaniyê bê dayîn. (13.00)







