Li Hesekê komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
- 18:54 15 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Gelê Hesekê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibarê şermezar kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin
Şêniyên Hesekê li çerxerêya Itfaiyê ya li taxa Til Hecer kom bûn. Şêniyan pankarta bi nivîsa "Êrişa 6’ê Çileyê ya li ser Rojava xiyaneta duyemîn a 15’ê Sibatê ye", wêneyên Abdullah Ocalan Ocalan û sembol Kurdî bilind kirin.
Beşdaran dirûşmeyên "Gel azadiya Ocalan dixwaze", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana li Îmraliyê" qîr kirin. Meşê li çerxerêya Itfaiyê destpê kir û ber bi stadyuma Bendava Tişrînê ve dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediya Yûsif axivî û komploya navneteweyî û hêzên têkildar şermezar kir.
Hediya Yûsif got: "Em silav û hezkirina xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Ev komploya navneteweyî li dijî felsefeya azadî, edalet û demokrasiyê û îradeya gel bû. Aliyên beşdarî vê komployê bûne, xwişk û biratiya navbera gelan an jî avakirina civakek azad û demokratîk naxwazin, ji ber vê yekê ew îro jî êrişên xwe yên li ser herêmê didomînin.”
Hediya Yûsif di berdewamiyê de wiha anî ziman: "Felsefeya Rêber me hiştiye ku em jiyanek azad, bi rûmet û demokratîk bijîn û bûye felsefeyek gerdûnî ku yekîtiya gelan û edaletê xurt dike. Rêber Apo îro li Îmraliyê ji bo gelê xwe têdikoşe û ew der kiriye akademiyek ji bo ramana demokratîk a azad.Bi pêşengiya jinan a vê şoreşê serketinek mezin e û parastina destketiyên wê armancek bingehîn e.”
Meş bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.







