Di 7 mehan de 25 kesî serî li yekîneya tundiyê da
- 09:02 19 Sibat 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
WAN - Gulşen Canan da zanîn ku jin cureyên tundiyê pênase nakin û ev tundî ji aliyê serdestiya mêr ve tên rewakirin û got: “Piranî serlêdanên tên kirin di temenê zarokatiyê de di navbera temenê 16-17’an de tên kirin. Temenê 25 kesên serlêdan kirine di navbera 15-35’an de diguhere. Em bi kesên di temenê biçûk de bi tundiyê re tên rû hev dixebitin.”
Tundiya li ser jinan bi polîtîkayên zîhniyeta mêr her diçe giran dibe û li şûna ku jin bên parastin gavên ku hêzê dide gumanbaran tên avêtin. Gulşen Canan ya di Şaredariya Ebexê de di yekîneya tundiya li ser jinan de wek psîkolog dixebite der barê mijarê de axivî.
Gulşen Canan da zanîn ku qetilkirinên jinan di bin navê întîxarê de tên veşartin û divê ev mirinên biguman bên lêkolînkirin. Gulşen Canan wiha got: “Nokteya ku jinan berbi întîxarê ve dibr nayê dîtin.Mirin bi tena serê xwe divê bi berfirehî bê nirandin. Aliyên psîkolojîk yên întîxarê hene. Divê wek bûyereke civakî bê pênasekirin. Aliyê civakî, psîlolojîk û aborî heye. Jinan berbi întîxarê ve dibin.Piştre jî dibêjin întîxar kiriye. Jin heta tînên nokteya mirinê gelek tiştî dijîn. Divê ev mirin baş bên lêkolînkirin.”
‘Jin bi gelek cureyên tundiyê re tên rû hev’
Gulşen Canan daxuyakirin ku jin tundiya dibînin pênase nakin û got: “Jin bi gelek cureyên tundiyê re tên rû hev. Mînak li Ebexê di xebatên em dikin de jin cureyên tundiyê nizanin, pênase nakin. Tenê dema tundiya fîzîkî tê kirin em dibînin. Tundiya psîkolojîk, aborî, zayendî nizanin. Hinek tiştan dijîn lê vê normal dibînin. Demên dawî de serlêdanên ji bo me tên kirin ji ber depresyona welidînê têkirin. Piştî welidînê jin diwestin. Ligel vê jin li dijî têgehên namûsê jî berxwe didin. Dema jin serî li yekîneya me didin em bi Yekitiya Şaredariyan re dixebitin. Daxwaza stargehê hebe em berê wan didin stargehan. Em tevli pêvajoya ewlehiya kes û pêvajoya psîkolojîk dibin. Em xeatên xwe dimeşînin. Em di mijara hişmendiyê de perwerdehiyan zêde dikin.”
Tundiya mêr tê normalkirin
Gulşen Canan di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku tundiya li ser jinê tê normalkirin û wiha dirêjî dayê: “Divê em cureyên tundiya li ser jinan baş analîz bikin. Ji xwe kerama xwe her cureyê tundiyê bibînin û piştgûh nekin. Çi dibe bila bibe êrîşa li ser jiyana xwe ji nedîtîve neyên. Ev tundî ewil ji ziman destpê dike. Divê ev wek êrîş bê qebûlkirin. Bendewariya mêr a jinê jî cureyê tundiyê ye. Mêr tundiya li ser jinê normal dike, rewa dike. Di 7 mehan de 25 kesî serî li yekîneya tundiyê da. Piranî serlêdanên tên kirin di temenê zarokatiyê di navbera 16-17’an de tên kirin. Temenê 25 kesên serlêdan kirine di navbera 15-35’an de diguhere. Em bi kesên di temenê biçûk de bi tundiyê re tên rû hev re dixebitin.”







