'Polîtîkayên desthilatdariyê cesaretê didin mêran'
- 09:05 1 Nîsan 2026
- Dosya
STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî da zanîn ku qetilkirinên jinan sîstematîk in û polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê didin gumanbaran. Ozgul Sakî balkişand ser doza Ayşe Tokyaz û daxuyakirin ku jin bi her cureyê tundiya mêr re tên rû hev.
Xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê ji aliyê polîsê berê Cemîl Koç ve hatibû qetilkirin. Der barê Cemîl Koç û 8 gumanbaran de doz hat vekirin û doz di 24’ê Adarê de li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Edliyeya Kuçukçekmece ya Stenbolê hat dîtin. Helwestên rehet yên gumanbar polîtîkayên bêcezahiştinê ecama pergala edaleta mêr derxist holê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî der barê mijarê de axivî û got ku qetilkirinên jinan ne munferîtin, encama pergala edaleta serdest ya mêr in.
Ozgul Sakî got helwestên gumanbar Cemîl Koç encama polîtîka bêcezahiştinê ya Tirkiyeyê ye û got: “Gumanbar ji polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê cesaretê digirin. Gumanbar bi rehetî dikare bêje ‘ez mexdurim, ew bixwe miriye. Gumanbar bixwe bawer in, cerasetê digirin.”
Pergala edaletê mêr diparêze’
Ozgul Sakî pêvajoya darazê jî nirxand û got pergala edaletê ya heyî mêran diparêze û got di doza Ayşe Tokyaz de careke din ev dîtine û wiha pê de çû: “ Me careke din dît ku pergala edaletê ya Tirkiyeyê mêr diparêze. Em di qetilkirinên jinan de dikarin gelek mînakan bidin. Mirina Rojîn Kabaîş û gelekên din. Ger ku malbat û hevalên wê xwedî li dozê derneketibana wê ser bûyerê bihata girtin û wek întîxar bimana.
Piştî Ayşe Tokyaz winda dibe, xwişka wê Esra Tokyaz serlêdanan dike. Lê mixabin hêzên ewlehiyê û eminiyet îfadeyên jinan esas nagirin. Di doza Dîlovasi de jî heman tablo heye. Dibe ku mijar cuda bin lê dema mijar dibe beden û jiyana jinan gumanbar tên paratin.”
‘Mijar ne hiqûqî ye û tercîha polîtîk e’
Ozgul Sakî destnîşan kir ku tevlibûna rêxistinên jinan a dozên jinan jî tê astengkirin û wiha bi lêv kir: “Bi hincetên cuda tevlibûna rêxistinên jinan tê astengkirin. Ev mijar ne mijarek hiqûqî ye, ev tercîheke polîtîk e. Ev nêzîkatî tundiya mêr rewa dike. Qetilkirinên jinan ne şexsî, sistematik in. Rojê sê jin tên qetilkirin. Di cejnê de di rojekê de 6 jin hatin qeitlkirin. Divê rêxistinên jinan tevli dozan bên kirin. Wazareta dadê û wezareta karên hundir divê daxwazên saziyên jinan yên dozên jinan qebûl bike. “
'Divê têkoşîna me sîstematîk be’
Ozgul Sakî her wiha da zanîn ku di dosya Ayşe tokyaz de û gelek dozên din yên qetilkirinên jinan de lêpirsînek bi bando rnehatiye meşandin û got ger ku bi bandor bihata ameşandin wê îro Ayşe Tokyaz bijiya. Ozgul Sakî ev tişt anî ziman: “Gumanbar dizanin piştgiriyê digirin. Gumanbar her roj jiyana jinan ji dest wan digirin. Li dijî vê divê em têkoşîna xwe bidomînin. Em jin û femînîst, rêxistinên jinan divê li dijî vê têkoşîna xwe sîstematîk bikin. Peyamana Stenbolê ji bo desthilatdariyê wek tehdîd bû. Ji ber vê xwe jê vekişandin. Qanûna 6284 hîna jî ji nîqaşan re vekiriye. Ji ber vê jî mêr hêzê û cesaretê digirin. Ji ber qelsiya mekanîzmayên parastinê jin tên qetilkirin. Tundiya li ser jinan girêdayê polîtîkayên şer e. Em jin li her qadê aştiyê dixwazin.”







