Li Heleb û Efrînê meha Adarê 13 kes hatin kuştin

  • 11:54 1 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku komên ser bi hikumeta demkî û dewleta Tirk meha Adarê li Efrîn û Helebê 13 kes qetil kirin.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê binpêkirin û sûcên ku ji hêla komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên Tirkiyeyê ve di Adara 2026`an de li Heleb û herêma Efrînê hatine kirin eşkere kirin. Rêxistinê diyar kir ku di meha Adarê de li Efrîn û Helebê 13 sivîl hatine kuştin.
 
Her wiha zêdetirî 70 bûyerên revandin û girtina kesan pêk hatine ku piraniya wan bi pîrozbahiyên Newrozê ve girêdayî ne, her wiha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî 4 ciwan hatin girtin.
 
Rêxistinê her wiha bal kişand ser dizî û talana çekdarî ya berdewam a li Efrînê ji hêla çekdarên nenas ve. Rêxistinê diyar kir ku dema ku şênî bi pîrozkirina Newrozê mijûl dibûn, diz ketin malên wan û kel û pelên wan dizîn. Her wiha li bajarê Cindirêsê 18 serî pez, zêr û pere hatine dizîn. Li navçeya Şiyê jî çekdaran êrişî ajokarekî, mêrekî û hevjîna wî kir.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bang li hikumeta demkî û rêveberiya herêma Efrînê kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin, şêniyên vegeriyayî biparêzin, milkên wan li wan vegerînin û dawî li binpêkirinên li dijî şêniyên resen bînin.