Li Stenbolê bernameyên bîranînê bi dawî bûn

  • 14:24 13 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL - Ji 23'yê Tebaxê ve li Stenbolê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurd bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Bernameya dawî îro li navçeya Gazîosmanpaşayê hate lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji 23'yê Tebaxê ve ji bo endamên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku li cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bernameyên bîranînê tê lidarxistin. Bi hezaran kes tev li bernameyên bîranînan bûn.
 
Bernameya dawî li navçeya Gazîosmanpaşayê Taxa Karayollariyê hate lidarxistin. Malbatê şehîdan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qerenfîl hatin danîn. Li eywanê pankartên “Em şehîden rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd Namirin” hatin daliqandin.
 
Bernameya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
 
‘Em ê di rêya şehîdan de bimeşin’
 
Piştî rêzgirtinê Nedîm Yilmaz ê ku piştî 33 salan ji hepsê hatiye berdan axivî û anî ziman ku serê gelê Kurdistan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax bibe û wiha got: “Şehîdan sozekî dan şehîdan. Ew soz bû jiyana wan. Şehîd gotin; em ê jiyanekî azad bijîn. Em ê jî ji bo şehîdan jiyanekî azad biafirînin. Divê em cihê li ku ne jiyanekî azad di nava kesane û civakê de ava bikin. Em ê di rêya şehîdan de bimeşin.”
 
Piştî axaftinê li sînevîzyon ku qala têkoşîna cangoriyan dikir, hate temaşekirin û bername bi xwendina mewludê berdewam kir.